Gallery

Hejmara tasên serê mirovan yên hatin dîtin bû 34

Nûçexane – Di encama kolandinên îro li baregeha JÎTEMê ya li Amedê pêk hatin de 5 tasên din ên serê mirovan hatin dîtin. Bi vî awayî hejmara kiloxên serê mirovan ên heta niha hatine dîtin bû 34.

Di 30’ê çile de jî, di kolandina navenda JÎTEM’ê de hestiyê kilox serê 3 kesên din hatibûn dîtin. Di kolandina ku nêzîkê mehekê de , tê kirin de hêjmara hestiyên kiloxên serê mirovan gehişt 34.

Di encama kolandinên li navenda baregeha JÎTEM’ê ya di 7 sibatê de 3 kilox ên din ên serê mirovan hate dîtin.

Di 30’ê çile de jî, di kolandina navenda JÎTEM’ê de hestiyê kilox serê 3 kesên din hatibûn dîtin. Di kolandina ku nêzîkê mehekê de , tê kirin de hêjmara hestiyên kiloxên serê mirovan gehişt 29’an.

Li Navenda JÎTEM’ê ya Navçeya Sûra Amedê di 11’ê çileyê de dema kolandina restorasyonê dihat kirin hestiyên mirovan hate dîtin û pişt re ji bo kolandina gora komî hate destpêkirin. Di kolandina navenda JÎTEM’ê de hestiyê kiloxê serê 3 kesên din hatin dîtin. Di kolandina ku nêzîkê 30 roj in tê kirin de hêjmara hestiyên kilox serê mirovan gehişt 34’ê.

Ji ber ku Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet biryara nepeniyê daniye ser lêpirsînê, heya niha çi rayedaran di derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye, her wiha hat hîn bûn ku wê kolandin berdewam bike. Anf-kurdî

Advertisements