Gallery

Ji Selahattîn Demirtaş 8 pêşniyarên çareseriyê

Nûçexane – Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demirtaş, di civîna îro ya koma partiyê ku li parlementoyê pêk hat de, li ser gelek babetên rojevê axivî û ji bo destpêkirina mizakereyên bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re û xebatên makezagona nû 8 pêşnîyar rêz kir.

Pêşniyarên Selahattîn Demirtaş yên ji bo çareserkirina pirsa kurd û jinûvedestpêkirina mizakereyan ev in:

1- Divê Dadgehên xwedî rayeyên taybet bên hilanîn.

2- Divê madeyên ne demokratîk yên Zagona Tekoşîna Bi Terorê re bên paqijkirin.

3- Divê heyeta mizakereyan xwedî piştevanîya siyasî be û ji bo ku karibe bi awayekî zelal xebatê bike bi qanûneke taybet Komisyona Aştiyê were damezirandin.

4- Divê Komisyona Aştîyê bi hemû aliyên pirsa kurd re mizakereyên vekirî pêk bîne û encamên van mizakereyên xwe jî karibe  ji hikumet û parlementoyê re wekî pêşniyar pêşkeş bike.

5- Divê hemû astengên li ber boçûna ramanê û azadiya çapemeniyê werin rakirin.

6- Divê êdî girtinên bi hincetên siyasî bi dawî bibin. Tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û bê hiştin ku karibe tevlî pêvajoyê bibe.

7- Di vê maweyê de divê operasyonên leşkerî yên bi mebesta tunekirinê neyên kirin. PKK jî divê ragihîne ku hemû cure çalakiyên xwe yên çekdarî radiwestîne.
8- Xebatên ji bo makezagonê bi awayekî hîmî divê berdewam bikin. Kurdî: Nûçexane

Advertisements