Gallery

Beşîkçî: Azadkirina Apo nayê maneya azadbûna Kurdistanê

Nûçexane – Civîna danasînê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi beşdarîya siyasetvan, hunermend, rewşenbîr û gelek hezkarên civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Taksîm Hill Otel a Stenbolê birêve çû. Di civîna danasîna Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de piştî danasîna weqfê beşdaran xebatên Beşîkçî yên li ser zanista civaknasîyê û bi taybetî jî lêkolînên wî yên li ser Kurd û Kurdistanê ligel bîranên xwe vegotin.

Civîna Danasîna Weqfa Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî ku demek berê bi awayekî fermî li Taksîm a Stenbolê dest bi karê xwe kiribû îro li Taksîm Hill Otelê bi beşdariya siyasetvan, nivîskar, hunermend û xwendevanên Beşîkçî pêk hat. Beşîkçî piştî pêşkeşîya vîdyoya li ser serpêhatiya jiyana wî û danasîna weqfê axaftinek kir û bi kurtasî behsa kêşeya Kurd kir.

Beşîkçî di axaftina xwe de li ser berzkirina daxwazên azadkirina Serokê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan jî nirxandinek kir û got; ‘Azadbûna Apo nayê maneya azadbûna Kurdistanê. Dema Kurdistan azad bibe Apo ewçax kare azad bibe. Ya esil azadbûna Kurdistanê ye’.

Piştî ku bi awayekî fermî di roja jidayikbûna Îsmaîl Beşîkçî de (07-01-2012) avabûna Weqfê hatibû ragihandin, civîna ewil a danasînê li Swêd bajarê Stokholmê pêk hatibû. Ev civîna diduyan e ku ji bo danasîna Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê sazkirin. Adnan Ates/Stenbol, Nuçexane

Advertisements