Gallery

Ji Serok Barzanî di salvegera Komara Mehabatê de axaftineke dîrokî (Vîdyo-Hewlêr)

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di rêwresma 66emîn salvegera damezirandina Komara Mehabat de ji beşdarên çar parçeyên Kurdistanê re li Hewlêrê axaftineke dîrokî kir.

Barzanî di axaftina xwe de girîngiya Komara Mehabad ji bo kurdan anî ziman û rola rêberên dîroka Kurdistanê Qazî Muhemed, Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Seîdê Pîran, Seyêd Elî Reza, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Ebdulselam Barzanî û Mele Mistefa Barzaniyê Nemir bilind nirxand û got, ‘Tevahiya wan Serok û Rêberên me ne û em jî Xwendekarên vê debistana han in û pişt bi xwedê emê heta dawî di vê rêbaza han de berdewam dibin’. Barzanî her wiha got ku, mafê çarenûsê bi rêyên aştîyane ji bo hemû parçeyên Kurdistanê pir nêzîk bûye.

Axaftina Serok Barzanî ya Li Rêwresma Salvegera 66an a Damezirandina Komara Mehabat

Advertisements