Gallery

Di Newrozê de Komar û Urmiye TV vedibin

Nûçexane – Çav li rê ye di Newroza îsal de du kanalên din yên Kurdî vebin û ew her du kanal jî wê li ser sala 2012an ya zayînî bên hejmartin ku tevî Stêrk TV, Nûçe TV û Badînan sat wê bibin 5 kanal.

Li gor agahiyên ku belav bûne, hate zanîn ku kanalên ku wê di Newroza îsal de vebin yek jê “Komar TV” ye û ya din jî “Urmiye TV” ku her du yên Kurdên Rojhelat in.

Kanala bi navê “Komar TV” radigihîne ku ew ser bi “Tevgera komarîxwazên rojhelatê Kurdistanê” ye û ew tevgereke serbixwe ye ku hewil dide “ragihandineke dûrî partîtiyê be û her kes bikaribe bîr û boçûnên xwe derbibire.” Tevgera Komarîxwazan daxuyaniyek da û ragehand ku rêvebirên wê kanalê wê ji kesên serbixwe pêk bê.

Di heman demê de jî, komek ji çalakvanên Kurd yên Birîtanyayê TV`yekê bi navê “Urmiye TV” amade dikin û ew jî dê di Newrozê de dest bi weşana xwe bike. Yek ji rêvebirên wê jî, Xalid Ehmedî ji NNSroj`ê re ragehandiye ku “Wirmê TV kanaleke serbixwe ye û piraniya bernameyên wê dê ji bo rojhelatê Kurdistanê bin, ew ê bi sê zimanan be Kurdî /zaraveyên cuda cuda/, Azerî û Aşûrî be da ku gelên ku li Ormiyê dijîn ji hev nêzîk bike.”

Hêjayî gotinê ye ku ta niha frekansa “Urmiye TV” nehatiye diyarkirin, lê ya “Komar TV” bi vê şêweyê ye:

Eurobird
Frequency: 1604 H
Symbol Rate: 27500
Fec: 3/4

Jêder: Xendan.org

Advertisements