Gallery

Li Diyarbekirê rapirsîn: Kurdan ‘xweserî’ û ‘serxwebûn’ xwest

Nûçexane – Li gorî rapirsîna ku ji aliyê SAMER’ê ve li Diyarbekirê hate kirin, ji sedî 87 xelkê Diyarbekirê xwest bila ji bo daxwazên kurdan referandûm çêbe. Piraniya kurdan alîgirên xweserî û serxwebûnê ne.

RaprsiNavenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER), derbarê rojeva heyî de li Diyarbekirê rapirsînek çêkir. Di rapirsîna ku li ser 300 kesî pêk hat de,  ji sedî 87 weke Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, dixwazin ji bo daxwazên kurdan referandûm çêbe. Di rapirsînê de tê pirsîn “Vê yekşemê referandûmek çêbibe û ji kurdan bê pirsîn hûn ê ji van kîjan daxwazen re bêjin erê?”.

Li gorî encamên rapirsînê, ji sedî 19,2 dibêjin serxwebûn, ji sedî 49,2 Xweseriya Demokratîk, ji sedî 5,4 federasyon, ji sedî 7,1 berfirehkirina rayeyên şaredariyê xwestin. Her wiha ji sedî 3,4 ji van tercîhan yek jî nexwest. Hejmara kesên ku gotin “tu fikra min tune ye” jî sedî 13 derket. Her wiha di rapirsînê de pirsa “Gelo bila kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî” hate kirin. Ji sedî 83 bersiva Erê û ji sedî 9 jî bersiva Na dan. Ji sedî 8 jî bersiv nedan pirsê.

Di rapirsînê de pirsa “Operasyonên KCK’ê tesîreke çawa li çareserkirina pirsgirêka kurd dike?” hate kirin. Ji sedî 43,4 gotin tesîreke neyînî dike, ji sedî 24,2 gotin tesîreke pir neyînî dike û ji sedî 6,4 jî gotin tu tesîra wê tune ye. Her wiha ji sedî 2 bersiva tesîreke erên3i dike, ji sedî 6,1 jî tesîreke pir erênî dike dan û ji sedî 17,2 jî bersiva vê pirsê nedan.  AKnews

Advertisements