Gallery

BDP ji bo statuya siyasî diçe referandûmê

Nûçexane – Partiya aştî û demokrasiyê (BDP), ragihand, dê di Newroza îsal de, daxwaziyên demokratîk ên kurdan li Tirkiyê bixe referandûmê.

bdp logoBerpirsa karûbarên rêxistinî yên BDPê û parlamentera Diyarbekirê, Nûrsel Aydogan, di namyekê de, ku nusxeyek jê ji AKnewsê re hatiye şandin, ji hemû rêxistin û navendên BDPê xwest, xwe bo Newroza îsal hazir bikin.

Aydogan, diyar kir, divê hemû sazî û rêxistin û navendên BDPê dest bi kampanya îmzekirina daxwaziyên kurdan yên di civîna “yekitiya kurdan a aqilane” de hatibûn ziman, bikin.

Di nameya Aydogan hatiye gotin, divê îmze heta 15 yan 20ê nîsanê ji navenda giştî ya BDPê re bên şandin.

Di civîna yekitiya kurdan a aqilane de, ku DTK, BDP, HAKPAR, KADEP, OSP, TEVKURD, Nûbihar, Koma diyalogê ya Dîcle-Firat û Tevgera Demokrat a Şoreşgerên Kurd beşdar bûbûn, ev daxwazî hatibûn ziman:

*Divê nasnameya kurdî bê qebûlkirin û ev yek di destûrê jî bê dariştin,

*Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û di hemû warê jiyanê de bê bikaranîn,

*Divê kurd bibin xwedî statuyek siyasî ya xweser

*Divê kurd bikaribin partiyên Kurdî û Kurdistanî ava bikin û ev yek bê qebûlkirin. Kurdî: Aknews

Advertisements