Gallery

Mesûd Barzanî: Min dixwest li Newroza Amedê bim

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nameya ji bo Newrozê ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) re Ahmet Turk şand de, diyar kir ku ji ber hin sedeman nekariye beşdarî Newroza Amedê bibe û xwest Newroz aşitiyê ji gelê Kurd re bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameya ji bo Newrozê ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk re şand. Barzanî bi bîr xist ku ew ji bo Newroza Amedê hatiye vexwendin lê ji ber hin sedeman nekariye beşdar bibe û xwest Newroz aşitiyê ji hemû Kurdan re bîne.

Barzanî got; “Ez bi dil û can Cejnam Neteweyî ya Kurdan Newrozê pîroz dikim” û wiha domand: “Hêvîdar im ku dê Konferansa Neteweyî bi hevkariya me hemûyan bibe wesîleya pêkanîna hemû daxwazên gelê Kurd. Newroz yek ji parçeyek a nasnameya me ya neteweyî ye. Bûye roja têkoşîna azadiyê û roja aşitiyê, û bûye sembola azadiyê. Gelê Kurd li her derê di tekoşîna xwe ya azadiyê de Newrozê esas girtiye, û li her bajar, navçe, gund, û bi beşdariya hemû Kurdan ev roj heta roja îro hatiye pîrozkirin. Min dixwest ez jî di pîrozbahiya Newroza Amedê de bi we re bim. Lê ji ber hin sedeman min nekarî beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bibim. Bi vê boneyê ez lêborîna xwe ji we re radigihînim, careke din cejna we pîroz dikim û dixwazim bibe wesîleya serkeftinê. Birayê We Mesûd Barzanî.” ANF Kurdî

Advertisements