Gallery

Polîsên Elman bi kurdî li kujerekî digerin

Nûçexane – Ji bo yekemîn car di dîrokê de polîsên Elmanyayê ji bo girtina kujerekî zimanê imagekurdî di afîşa lêgerînê de bikar anî.

Dogeriya dewletê li Verden ji bo girtina welatiyê esilkurd Esker Heso Berekat, ku di 5.12.2011ê de li bajarê Stolzenau keça xwe ya 13-salî Zozan kuştibû, bangeke bi zimanên kurdî, erebî û elmanî belav kiriye. Di bangê de hatiye nivîsên ku herkesê ku ji bo girtina Berekat, ku bi navê Selah Elî Mişko tê nas kirin, agahiyan bide polîsan ewê 5000 Euro bistîne.

Ev yekemîn car e di dîroka Elmanyayê de ku polîs ji bo girtina tawankaran zimanê kurdî bi kar tînin.

Esker Heso Berekat ji Kurdistana Iraqê ye. Ta niha polîs nizanin bê Kurdê 35-salî li kû derê dimîne. Nûçe: Rûdaw

Ji bo agahiyên bêtir: http://www.presseportal.de/polizeipresse/pm/57922/2218655/pol-ni-5000-euro-belohnung-fahndungsfoto-und-plakate-im-download

Advertisements