Gallery

SHK: Divê peyvdarê Malikî fêrî edebê bibe

Nûçexane – Piştî ku serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de ragehand ku “Exlaqê Kurdan rê nade ku em Haşimî radestî Bexdadê bikin”, hin berpirs û siyasetmedarên Bexdadê bi tundî êrişî serkayetiya Kurdan kirin û herî dawiyê jî gotebêjê Malikî Yasîn Mecîd bû.

Yasîn Mecîd weha gotibû: “Bo me gelek seyre ku exlaqê Kurdan rê bide ku kesekî tawanbar bi kuştina kesên bê tawan bike mevanê xwe.” Mecîd ev weha berdewam kiribû: “Çawa exlaqê Kurdan qebûl dike ku li 31`ê tebaxê 1996`an rê dan hêzên Sedam Hisên ku biçin Hewlêrê.”

Li hember wan gotinan jî, îşev roja duşemê 19-3-2012`an berdevkê serkayetiya herêmê bersiveke tund da berdevkê Malikî û bang lê kir ku “fêrî edeba axiftinê bibe û bizane ku Êraq ne mulkê wan e.”

Daxuyanî bi vê şêweyê ye: “Divê ke em bi tundî û hûrtir bersiva destdirêjî û axiftinên çêkirî yên gotebêjê bi navê Malikî Yasîn Mecîd bidin, lê ew hêjayî wê nîne ku bersiva wî bê dayîn, Em tenê hez dikin ku amajê bi vê bidin ku: hevpeymaniya nava Kurd û Şî`e de ji wê pitewtir e ku axiftinên bê serûber yên kesên weku Yasîn Mecîd ziyanê bidinê.”

Serokayetiya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de weha dibêje: “Em amojgarî û şîretê didin Yasîn Mecîd û wan kesên ku wan sor dikin ku desdirêjiyê bike, fêrî edeba axiftinê bibin û bizanin ku Êraq ne mikê wan e.”

Hêjayî gotinê ye ku gotebêjê bi navê serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah Osman daxuyanî îmze kiriye. Jêder: Malpera SHK – Xendan

Advertisements