Gallery

Artêşa Sûrî Kete Libnanê

Nûçexane – Piştî ku deshilata Sûrî Plana Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Yekîtiya Ereb Kofî Annan pejirand di heman katê de, hat ragihandin ku artêşa Sûrî sînorê Libnanê derbas kiriye û şerekî dijwar bi dijberên rejimê re dike.

Li gor ajansên nûçeyan yên navnetewî jêderên herêmî ragihandin ku, niha 35 leşkerên artêşa Sûrî ketine herêmeke hundirê sînorê Libnanê û li wir dest bi rûxandina mal û milkê dijberên rejima be’as kirine. Hin jêder jî radigihînin ku artêşa Sûrî bi wesayîtên zirxî yên leşkerî ketiye Libnanê û bi dijberan re şer dike.

Advertisements