Gallery

Navenda Kenedî Kurdî Vebû

Nûçexane – Li Kenedayê Navenda Kenedî Kurdî hate damezirandin. Penaberên Kurd yên li Kenedayê bi navê Navenda Kurd ya Kenedayê roja 18ê Adarê avabûna xwe ragihandin.

Li gor nûçeya Pukmedia navenda Kenedî ya Kurdî li serbajarê vî welatî Torîntoyê hatiye damezirandin û 85 endamên wê hene. Di civîna ragihandina damezirandina navendê de hate zanîn ku, wê Navenda Kenedî Kurdî li vî welatî berdevkîya fermî ya kurdan bike.

Advertisements