Gallery

Şîayên Iraqê piştevanîya Dewleta Kurd ragihandin

Nûçexane – Yek ji Serkirdeyê Dewleta Yasa yê Parlemena Iraqê Seîd Metlebî ragihand ku, ew piştevanîya damezirandina Dewleta Kurd dikin.

Li gor nûçeya xendanê hevpeymaniya Dewleta Yasa ku koma herî mezin ya Şî`îya ne li civata nûneran ya Iraqê û nûnerê rasteqîne yê Şî`eyên Iraqê ye piştevaniya avakirina Dewleta Kurdî dike li gor sînorên îdarî ya 9/4/2003`an . eger ew sînor bê derbas kirin wê kêşe dirust bibin.

Serkirdeyê lîsta Dewleta Yasa Se`d Metlebî ji Xendanê re ragehand ku, lîsta wan koma herî mezin ya nûnertiya Şî`eyan dike û ji ber vê jî ew xwe nûnerê rasteqîne yên Şî`yên Êraqê dibînin.

Metlebî ragehand ku hevpeymaniya niştimanî ku koma Dewleta Yasa yek ji pêkhateya wê ye, Kurdan hevpeymanê xwe yê stratejî dibîne û got: Divê nakokiyên navbera Dewleta Yasa û Kurda bi rêya ragihandinê neyê xuyakirin, belku divê bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

Metlebî ragehand ku hevpeymaniya niştimanî û hevpeymaniya Kurdistanê ji ew tiştên di ragehandinê de tên behs kirin mezintirin. Di heman demê de ew ji êrişên Serokê Herêma Kurdistanê li ser serokwezîrê Êraqê vecinqîn e.

Derbarê ragehandina dewleta Kurdî jî Metlebî aşkira kir û got: hevpeymaniya Dewleta Yasa pir caran ev pirse gotûbêj kir û piraniya endamên Dewleta Yasayê piştgîriya wê nêrînê dikin bo ragehandina dewleta Kurdî ku pêwîste li gora sînorên îdarî ya berya 9/4/2003an hebû be.

Serkirdeyê lîsta Dewleta Yasa ev xûya kir ku, ew daxuyaniyên vê dawiyê ji aliyê cîgirê Emîndarê Giştiyê YNK`ê Kusret Resul Elî û daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêmê Dr. Berhem Salih û her weha daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, tê wê wateyê ku hêzên siyasî yên Kurd nêrîna xwe derbarê cudabûnê de zelal kirine, em jî ji aliyê xwe ve çi pirsgirêka me nîne û emê pewendiyên baş digel Dewleta Kurdî berdewam bikin. Jêder: Xendan.org

Advertisements