Gallery

Hewlêrê ji bo deynên petrolê gef li Bexdadê kir

Nûçexane – Gotebêjê Wezareta Samanên Sirûştî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê  ji ajansa Reuters re ragihand, ‘Eger Bexdad wan deynên kompaniyayên Petrolê yên di herêmê de rabigire, wê Herêma Kurdistanê jî hinardeya Petorla xwe rabigire’.

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê, arîşeya navbera Herêm û Bexdadê de, li ser girêbestên Petrolê yên Herêma Kurdistanê, bûye hokarê hinek ji pereyên berhemanînê ji aliyê Bexdadê ve were ragirtin.

Gotebêjê Wezareta Samanên Sirûştî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike di beyanameyekê de gotiye: “Bi sedema xerciya berhemanînê û veberhênanê kompaniyên beware Petrolê, wezareta samanên sirûştî biryar da ku berhemên petrola xwe ji 50 hezar bermîlî daxe û eger wan deynan di çend mehên pêş de nede, berhemên Petrola xwe bi tevahî radigire.

Wezîrê Petrola Iraqê Ebdulkerîm Le`êbî gotibû: “Rojane 65 hezar Bermîlên Petrol ji herêma Kurdistanê digihîştin Hikûmeta Bexdadê, di heman demê de ji destpêka îsal dihat çaverêkirin ku rojane bigihînin 175 hezar bermîlî”

Her çend Hikûmeta Iraqê xwestibû ku, mercên berhemanînê rojane 175 hezar Bermîl bo hukûmeta herêmê deyne, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ev merc red kir û ev bi karekî ne destûrî da zanîn.

Gotebêjê wezareta Samanên Sirûştî weha jî gotiye: “Eger Bexdad bi dana deynan pabend be, hikumeta Herêmê jî karîna wê heye berhemanîna petrolê gelekî ji ya niha pirtir bike. Kurdî: Peyamnêr – PNA

Advertisements