Gallery

Ahmet Turk: Divê Bêedebîya Walî Beralî Bibe

Nûçexane – Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê (DTK) Ahmet Turk, îro li Parlemena Tirkiyê derveyî rojevê mafê axaftinê xwest û li ser êrîşa bi kulman a polîsekî li Batmanê ku dema astengîyên pîrozkirina Newrozê li ser wî pêk hatibû serpêhatîya bûyerê rave kir.

Ahmet Turk, piştî vê êrîşa ku li hemberî wî hatibû kirin gotinên walîyê Batmanê Ahmet Turhan yên ku xwestibû wî derewîn derxe bi tundî rexne kir û xwest ku dewlet, ‘Vê bêedebîya walî beralî bike û tevdîran bistîne’.

‘Wê êdî hin kes nikaribin li herêmê li gorî serê xwe bigerin’

Parlementerê Kurd Ahmet Turk, di axaftina xwe de serpêhatîya bûyerê wekî ku berî niha ji medyayê re jî ragihandibû li parlemenê car din anî ziman û got, “Hikumet bixwaze kare derxe holê, heke bûyerê binixûmîne jî emê dest ji duketina vê bûyerê bernedin. Wê êdî hin kes nikaribin werin li wê herêmê li gora serê xwe bigerin. Bawer bikin ji min, heke em li meydanan wiha kulman bixwin, wê ev bibe hînbûnek û li her deveran belav bibe. Ji bo ev bêedebîya Walî were beralîkirin bi tevdîran pêşîyê lê bigirin.”

Advertisements