Gallery

Hikumeta Kurdistan: Di Kabîneya Heftan De Hin Wezîr Diçin

Nûçexane – Hat ragihandin ku, navên wezîrên Kabîneya heftan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê roja şemîyê (sibe) yan jî yekşemê tên eşkerekirin.

Endamê rêvebirîya Partîya Demokrata Kurdistan Elî Husên da xuyakirin ku, çav li rê ye navên wezîrên hikumeta nû roja şemî yan jî yekşemê berî sondxwarînê werin eşkerekirin.

Elî Husên ji radio Peyamnêr re ragihand ku, hinek ji wezîrên kabîneya nû tên guhertin û dibe ku di roja şemî yan yekşema bê de navên wan berî herin Parlemenê bên belavkirin. Husên her wiha teqez kir ku, wê eşkerekirina navên wezîran berî sondxwarina parlemenê be. Husên, ligel ku ew bi xwe navê wezîrên nû zane jî ne xwest belav bike û tenê piştrast kir ku, hinek wezîr diguherin.

Advertisements