Gallery

Civata rojnamevanên rojhilatê Kurdistanê hat damezirandin

Nûçexane – Piştî çend mehên ji bo amadekarî û pêkanîna desteyeke însiyatîfê, civata rojnamevanên rojhilatê Kurdistanê bi fermî damezirandina xwe ragihand.

Di daxuyaniya civata rojnamevanên rojhilatê Kurdistanê de wiha tê gotin: “Civata rojnamevanên rojhilatê Kurdistanê wekî rêxistineke ji bo parêzvanîkirina rojnamevanên kurd li rojhilatê Kurdistanê tê ragihandin. Wê hewl bide bibe sêwanek ji bo piştgirîkirina karê rojnamevanên kurd û piştgiriyê li maf û azadiyên rojnamevanên kurd li Îranê bike.”

Yek ji damezirîner û berdevkê însiyatîfa wê civatê Bêhzad Xoşhalî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ev du sale behsa pêkanîna rêxistinek ji bo rojnamevanên rojhilatê Kurdistanê dihat kirin. Heta rojnamevanên rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya sendîkayekê de xwe kom bikin, bibe navendek ji bo piştgiriya maf û azadiyan.”

Xoşhalî di berdewama axaftinên xwe de got: “Ji ber vê yekê komek rojnamevanên rojhilat ên li rojhilat, başûrê Kurdistan û Ewrûpa desteya însiyatîfê ji bo damezirandina civata rojnamevanên rojhilatê Kurdistanê damezirandin. Piştî diyarkirina logo, rêzikname û bernameya navxweyî, duh damezirandina xwe bi fermî ragihandin.”

Navbirî derbarê çawaniya rêveçûna karûbarên wê civatê de jî got: “Heta sazkirina konferansa yekemîn a konferansê, desteya însiyatîfê bi awayekî demkî karûbarên civata rojnamevanên rojhilatê Kurdistanê bi rêve dibe.”

Bêhzad Xoşhalî derbarê beşdariya rojnamevanên navxwe yên rojhilatê Kurdistanê de got: “Ji ber rewşa ku li Îranê heye, me navê rojnamevanên ku li navxweyî rojhilatê Kurdistanê beşdarî damezirandina civatê bûne, parastiye. Lê ji bo konferansa giştî me amadekarî kirine ku ji bo em bikarin beşdarî konferansê bibin û xwe bikin namzet.” Sakar Abdulzade / Rûdaw – Silêmanî

Advertisements