Aside

Nûçexane – Dewleta Tirk di sala 1930’ê de piştî Serhildana Agiriyê, li Geliyê Zîlan yek ji mezintirîn komkujiyên ku di dîrokê de bi serê Kurdan hatin pêk anî. Dewleta Tirk 44 gundên Kurdan şewitand û zêdetirê 15 hezar mirov bi awayeke hovane kuşt. Rojnameya Cumhuriyetê di nûçeya xwe ya wê demê de hevoka “Geliyê Zîlan ji terman tije bûye”, ev hevok jî hovitiya di komkujiyê de radixe ber çavan.

Haci Şebab Kandemîr ê 91 salî, di dema komkujiyê de 10 salî bû. Tiştên ku bi serê Kandemîr hat ji ANF’ê re vegot. Leşkerên Tirk weke Naziyan Mizgefta Kara Yûsûf a Erdîşê mîna kampeke komkirinê bi kar anîn û got; “Leşkeran mirovan bi roj dianîn ber mizgefeta mezin a Kara Yûsûf a Erdîşê û li wir kom dikirin. Wê derê mîna girtîgehê bi kar dianîn. Gava dibû şev jî van mirovan dibirin û dikuştin. Her roja derdora 200 kesî dikuştin.

Bi çavê şahid Komkujiya Zîlanê:

ME DIGOT QEY EM RIZGAR BÛNE, LÊ NE WISA BÛ

Ji ber Serhildana Agiriyê, em ji tirsan hilkiyan serê zozanan… Piştî ku em çend rojan man, em vegeriyan gundên xwe. Navê gundê me Çakirbey e. Em êvarê ketin ser rê. Bi qasî şevekê em meşiyan û serê sibê gihiştin gund. Me li gund gehiştin Kevirê Qûl. Em di rê de li rastî Mistefayê Meyro hatin. Ew ji bibû milîs. Ji me re got “vegerin vegerin. Gundê me ne cihê komkujiyê ye.” Em jî vegeriyan Çakirbeyê. Lê em dîsa din ava xof û tirsê de bûn.

Ji dayîka min Heno Xatûn re got; “Heno Xatûn dê leşker bên û me bikujin, dê bên cenazeyên cendirmeyan bibin. Dê me jî bikujin.” Piştre Heno Xatûn biryar da ku em biçin daristana li kêleka gund. Me xwe li wir veşart.

Em bi şev ketin ser rê. Em danê sibê gehiştin gundê Încesûyê. Încesû de di qada komkujiyê de bû; ji ber ku ew gundê Feto bû. Feto bibû milîs. Rayedar bû. Gundê xwe rizgar kiribû. Em çûn wir, yanî nava Bêrîkiyan. Leşkeran nêzîkê 5 hezar mirov kom kiribûn. Hemû jî dîlên Geliyê Zîlan bûn.

Me digot qey em rizgar bûne. Lê ne wisa bû. Em digot em ji heman eşîretê ne, wir bi ewle ye. Leşkeran em jî xistin nava van her 5 hezar leşkeran. Birîndar, term, nalîn û qîrîn… mirovan hev du wenda dikirin, zarokên sêwî… Em hefteyekê li gundê Încesûyê man. Li derdora me milîs û leşker hebûn. Piştî hefteyekê me hemûyan kom kirin.

Li pêşiya me milîs hebûn û li derdora me jî leşker, em anîn Erdîşê. 5 hezar mirov… Hema bêje ji her gund û her eşîretekê mirov di nav de hebûn. Milîsên bi navê Sidiqê Heso û birayê wî Zeko hema li pêşiya me bûn. Di destên wan de kaxez hebûn. Kaxezê nîşanî leşkerên dihatin pêşiya me didan. Dawiya me li Încesû bû, pêşiya me gihişt gundê Êrşatê.

CENAZE DIŞEWTANDIN

Gava em gihiştin gundê Êrşatê me dît ku leşkera gundê Silêmanê Mamê şewitandibûn. Cenazeyan diavêtin nava agirê malê û dişewitandin. Min vana li gundê Êrşatê dît. Piştre em birin Erdîşê.

Li wir xelk dihatin mirov û xizmên xwe rizgar dikirin. Mala Ehmedê me jî li Erdîşê bû. Hat em rizgar kir. Min û dayîka min û du xwîşk û birayên min birin mala xwe. Kesên ku mirovek wan di nava dewletê de tune bûn jî dibirtin Aşê Dawûda û li wir dikuştin. Piştre em çûn gundê Êrşatê.

Ji mizgefta Seyîd heta goristana Êrşatê li her du aliyên rê cenazeyên mirovan hebûn. Serê havînê bû. Xwîna wan li ser xwînê reş bibûn; Dayîka min dîsa çavên min girt. Ji bo em netirstin.

LEŞKERAN MIROVAN BI ROJÊ LI MIZGEFTÊ KOM DIKIRIN, ÊVARÊ JÎ DIKUŞTIN

Mizgeftek mezin a Erdîşê heye (Kara Yûsûf) aha ew mizgeft wê demê weke girtîgehê bi kar dianîn. Leşkeran mirovan bi roj ji Geliyê Zîlan dianîn û dixistin hindurê vê mizgeftê, êvaran jî dibirin û dikuştin. Dibirin Aşê Dawûda û li wir dikuştin.

Li ser rêya Heyderbegê dikuştin. Li ser rêya Wêranê dikuştin. Li ser rêya Yekmalê dikuştin. Hema bêje rojane 200 kes dikuştin. Bavê min çû û bi Sidiqê Heso re axivî. Sidiqê Heso jî çû Amedê û ji wir fermanek ji Derwêş Beg re anî. Bi vî awayî malbata me rizgar bû. Bavê min mala me bir gundê Êrşatê. Mala Ebûbekirê Ferho sirgun kiribûn, yanî xaniya wî vala bû. Bavê min çû ba Sidiqê Heso û rewşa me jêre digot.

Sidiqê Heso digot; “We jî di dema xwe, gelek qencî li me kir. Malbata xwe bibe wê malê.” Em jî li Erdîşê bûn. Bavê min êdî nehat. Mamê min Ehmed hat em birin. Ez bûm, dayîka min û du xwîşk û birayên min… Mamê min pêşî em birin Mizgefta Seyîd Ebdulwehab. Min wê demê dît; ji wir heta Êrşatê hemû termên mirovan bûn.

Niha Midûriyeta Emniyeta Erdîşê li wi r e. Li wir vala bû. Mizgefeta Kara Yûsûf Paşa weke girtîgehê bi kar dianîn. Her kesê li wir kom kiribûn, hin rûniştibûn û hin li ser lingan bûn. Hinekan jî bi zincîran girêdidan û dibirin. Hinekan tazî dikirin. Piştre leşkeran bi qûndaxan li wan dixistin. Dema dibû êvar jî dibirin û dikuştin. Ev yek bi qasî du mehan ajot.

GELE TERMAN BI KOMÎ VEDIŞARTIN

10 sal piştî Serhildana Agiriyê em bi destûra serokê milîsan (Silêman Erdînç) diçûn zozanan. Ew zozan wê demê şîn bûn. Hestiyên mirovan di nava şînatiyên kesk de mîna karikan spî dixuyan. Hestiyên mirovan… heywana jixwe goştên wan xwaribûn. Cenaze dişewitandin. Gelek ji wana bi awayeke komî diavêtin gorran. Me gelek ji wan hestiyan veşart.

CIHÊ KU MIROVAN LÊ DIDAN BER GULLEYAN BI CEMEET GULEN MA!

Ev cihê li Erdîşê yê ku Heci Şebab Kandemîr behs dike, dema xwestin li şûna Amadeyiya Erdîşê Avahiya Dewletê ava bikin, gelek hestî û qaqûtên serê mirovan hatin dîtin. Rayedarên Tirk heman rojê ev hestî veşartin. Bi salane ku gelê navçeyê dibêje hestiyên mirovan li vir hatine veşartin. Li cihê Hecî Şebab behs dike, yanî Aşê Dawûda ku mirovan li wir didan ber gulleyan, Koleja Serhat a Cemeeta Fethullah Gulen hatiye avakirin.

KOMKUJIYA ZÎLANÊ

Di navbera 20’ê pûşperê û 12’ê tîrmeha 1930’ê de di navbera Wan û Qerekoseyê (Agirî) de tevgera Zîlan pêk hat. Di dema vê tevgerê de, di 12 an jî 13’ê tîrmeha 1930’ê de Komkujiya Zîlanê dest pê kir. Hema bêje hemû gundên li qûntara çiyayê Agiriyê hatin şewitandin. Berê gundiyan dan Erdîşê. Tê gotin ku herî kêm 15 hezar Kurd di Komkujiya Zîlanê de hatin kuştin.

Rojnameya Cumhuriyetê di hejmara xwe ya 16 tîrmeh 1930 de der barê komkujiyê de dibêje: “Teyareyên me li girên Çiyayê Agiriyê bi awayeke dijwar bombe bi ser rêbiran (eşqiya) de dibarînin. Çiyayê Agirê her tim di bin bombe û teqînan de ye. Bazên hesinî yên Tirk hesabê ji serhildêran dipirse. Geliyê Zîlan ji terman tije bûye…” ANF Kurdî

Şahidê dawî yê Komkujîya Gelîyê Zîlan: Hecî Şebab Kandemîr

Advertisements