Gallery

Şivan Perwer li Alamaetayê bi stranan piştevanîya kurdên Sûrî kir

Nûçexane – Li Komara Kazaxistanê û li hola Opera ya li bajarê Almaeta bi amadebûna hejmarek zor ji revenda Kurd yên li wî welatî, hunermendê Kurd yê bi navûdeng Şivan Perwer konsertek pêşkêş kir.

Şivan Perwer bi stranên xwe yên kevin û nû, stranên bo aştî û hezkirinê û yên li ser şoreşa Sûriyê û gelê Kurd li Sûriyê ew aheng xemiland.

Li gor agahiyan hunermendê mezin Şivan Perwer wê li welatê Kazaxistanê vidyo klîpeke xwe amade bike û wê di 3 û 5`ê Nîsanê de, çendîn aheng li bajarê Cembol ya li başûrê Kazaxistanê ku hejmareke zor ji revenda Kurd li wir dijîn, her weha li bajarê Qerxiziyayê û Bişkîkê lidarxîne.

Hate ragihandin ku pêşiya ahenga Şivan Perwer pêşangeha hunerî ya dest yê hunermend Omran Şêxmus hate vekirin û tê de Şivan Perwer û ekademisyenê navdar Nadir Kerîmov jî mêvanê fexrî bûn. Jêder: Pukmedia

Advertisements