Gallery

Serok Barzanî Gihîşt Washingtonê

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî di çarçoweya geşta xwe ya hatibû plankirin de îro gihîşt paytexta Amerîka Washingtonê.

Barzanî li firokxaneyê ji aliyê Nûnerên Wezareta Derve ya Amerîka û Cabir Hebîb Cabir Balyozê Iraq li Washingtonê û Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîka ve hate pêşwazî kirin.

Li gor malpera Serokatîya Herêma Kurdistanê biryare Serok Barzanî çendîn hevdîtin û civînên fermî li gel berpirsiyarên paye bilindê Amerîka re encam bide. Li nav wan hevdîtinan de jî wê li Koşka Spî ji aliyê Barak Obama Serokê Amerîka ve bête pêşwazî kirin.

Advertisements