Gallery

Herêma Kurdistanê şandina petrolê bo derve da sekinandin

Nûçexane – Wezareta jêderên sirûştî ya Herêma Kurdistanê, ragihand, ji ber ku nêzîkî salekî ye Bexdayê pereyê şîrketên ku li Kurdistanê kar dikin, nedaye, şandina petrolê bo derve ji 1ê nîsana 2012ê ve dide sekinandin.

Wezareta jêderên sirûştî ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, ragihand, ji ber ku hikûmeta Bexdayê pereyê şîrketên petrolê yên li Kurdistanê kar dikin, nade, şandina petrolê bo derve dide sekinandin.

Li gorî daxuyaniyê, biryara sekinandina şandina petrolê bo derve, piştî şêwir û hevdîtin digel nûnerên şîrketên han hatiye dayîn, ji ber ku 10 meh e hikûmeta Iraqê pereyê wan şîrketan nedaye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, çaxê hikûmeta Iraqê pere da dê dîsa şandina petrolê bo derve bidome û emê jî bo çareseriya vê arîşeyê hemû hêza xwe bi kar bînin û dê rojê 175 hezar bermîl petrol bişînin derve. AKnews

Advertisements