Gallery

Opozisyona Sûrîyê mafên Kurdan qebûl dike

Nûçexane – Desteya Hemahengiya Guhertina Demokratîk li Sûriyê di daxuyaniyeke xwe de, dibêje: Em mafê çarenûsa Kurd di Sûriyê de dipejirînîn.

Duh piştî bidawîbûna civîna navendî ya Desteya Hemahengiya Guhertina Demokratîk li Sûriyê di kongireyekerojnamevaniyê de, ragihand ku ew gihîştin rastiyeke ronkirî ku êdî di Sûriyeke demokrat de, dibe mafê gelê Kurd parastî be.

Her weha di wê civînê de, biryar hatiye standin ku gelê Kurd ji gelên resen yê wî welatî ye û mafê wê heye wek neteweya Kurd xwe nîşan bide û di çarçoveya çareseriyake dadwerî de, doza Kurd bête çareserkirin û ji mafê gelê Kurd e ku çarenivîsa xwe û hemû mafên xwe yên rewa diyar bikin û xwedî lê derkevin.

Lê derbarê artêşa azad de, di wê kongirê de, hatiye aşkire kirin ku ew ji ber zordariya rêjîmê hatiye holê û di enca,ma sûrbûna rêjîmê di berdewmkirina tundûtîjî de, ew artêş ji artêşa rêjîmê cuda bûye taku berevaniya xwe û xelkê xwe yên sivîl û bê tawan bike. Pukmedia

Advertisements