Gallery

Demîrtaş: Emê sibe li Amarayê bin

Nûçexane – Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş, astengiyên li pêş meşa Amara rexne kir û da zanîn ku ew dê sibê li Amarayê bin.

Demîrtaş, bal kişand ser mirinên karkeran û diyar kir ku komkujiya karkeran pêk tê. Demîrtaş, destnîşan kir ku Girtiyê Tipa M ya Çewlîkê Mahmut Karataş yê 75 salî ji ber nehat dermankirin û serbest nehat berdan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û got: “Li Tirkiyeyê cezayê îdame didome.” Demîrtaş, bal kişand ser rewşa girtiyan û anî ziman ku her roj li dijî girtiyan îşkence tê meşandin û wiha axivî: “Em ji muzakereyan re amade ne. Lê ger qedexe û astengî hebin muzakere nayên kirin. Divê hikûmet bi me re li pêş çavê hemû Tirkiyeyê li masê rûnê û muzakereyan zindî û vekirî pêk bînin. Niha 98 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bû, lê hikûmet dixwaze ser komkujiyê bincil bike.”

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş, li ser geşedanên dawî û helwesta hikumeta AKP’ê nirxandinên girîng kirin. Demirtaş, destnîşan kir ku duh 9 welatî ji ber xizaniyê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Weki ku tiştek nebûbe kêfa Serokwezîr li cihe. 5 kesên ji ber karbonmonoksîtê û 4 kakerên di ocaxa madenê de jiyana xwe ji dest dan. Kesên mirin ne qezaya kare, komkujiya kare. Ji ber xemsariya hikûmetê jiyana xwe ji dest dan.”

‘LI TIRKIYEYÊ CEZAYÊ ÎDAMÊ HEYE’

Demîrtaş, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê welatiyê nexweşa şekir yê 75 salî Mahmut Karataş ji ber cezayê idamê lê hate birîn û li gel nexweşiya şekir û çavê wî kor bibû jî nehat berdan û jiyana xwe ji dest da. Demîrtaş, da zanîn ku hêj cezayê îdamê ranebûye û cezayê mirinê li Tirkiyeye heye.

‘DI XWAZIN SER KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ BIGIRIN’

Demîrtaş, bilêv kir ku 98 rojin hêj ser komkujiya Roboskiyê nehatiye ronîkirn û hêj hikûmet ser komkujiyê digire û wiha berdewam kir: “Meheke Komîsyona Meclîsê li benda nivîsa Serfermandariyê ye. Li gel 50 metre mesafe di navbera meclîsê û fermandariyê de heye jî hêj tu gav nehatiye avêtin. Ger ku parlementer û komîsyona mafên mirovan hesab ji vê yekê neke bila îstîfa bike. Bi awayekî aşkere dixwazin ser komkujiyê bigirin.”

Demîrtaş, da zanîn ku hêj pirsgirêka Pozantiyê çareser nebûye û li şûna pirsgirêkê çareser bikin girtî neqlî girtigehek din kirine. Demîrtaş, xwest hemû zarokên girtî serbest bên berdan.

‘131 HEZAR KES GIRTÎ NE’

Demîrtaş, bilêv kir ku li Girtîgehên Tirkiyeyê hefteyê rojekê 10 deqeyan ava germ dide û wiha pêde çû: “Girti nikarin derkevin hevditinê, nikarin nameyan ji malbatê xwe re binivîsin. Nikarin bi telefonan bi malbatên xwe re hevdîtin pêk bînin. Niha li Tirkiyeyê nêzî 140 hezar girtî her roj rastî îşkenceyê tên. Ev şerma Tirkiyeyê ev şerma hikûmetê ye. Em bi hevre li trajediya girtigehan binerin û bi hevre bibînin.”

‘ 1500 KES DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’

Demîrtaş, bilêv kir ku niha 1500 kes di gireva birçîbûnê dene û ew heta dawî piştgiriyê didin çalakiya girtiyan.

Demirtaş, da zanîn ku 35 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtîne û mafê Ocalan yê parastinê tê astengkirin. Demîrtaş, anî ziman ku di pêvajoya Oslo de li şûna ku Serokwezîr bê darizandin parêzeran digirin û re li pêşiya muzakereyan digirin. Parêzer niha dil hatine girtin û rê li pêşiya çareseriyê girtine.

‘EM JI BO DIYALOGAN AMADE NE, LÊ..’

Demîrtaş, bilev kir ku ew ji bo muzakere û çareseriyê bi hikûmetê re amade ne ku li masê rûnên. Demîrtaş, xwest rûniştin û hevdîtin zindî pêk bê û hemû dayik û Tirkiye bizane ka kî çi dixwaze kî çi diaxive û wiha pêde çû: “Hikûmet li aliyekî li ser navê têkoşîna bi terorê re binçav bike, bigire bikuje û li aliyê din bêje em bi hevre rûnên çênabe. Divê bê şert û merc di weşanên zindî yên ekranan de bi mere rûnên.” Demîrtaş, destnîşan kir ku ger dixwaze bi BDP’ê re rûnê, divê berî her tiştî dest ji neheqiyan berdin û wiha got: “Divê me bi tiştên din sûcdar nakin. Em nûnertiya gel dikin. Divê herî her tiştî hurmetê ji vîna gel re bigirin.”

‘EM DÊ SİBÊ LI AMARAYÊ BIN’

Demîrtaş, qedexeya li pêş Meşa Amara jî rexne kir û anî ziman ku bi vê hişmendiyê hikûmet nikare bi wan re muzakereyan pêk bîne. Demîrtaş, bilêv kir ku hikûmet li ser vîn û baweriyên gel zextan pêk tîne û wiha got: “Wekî Newrozê pîrozbahiya Amarayê jî mafê rewa û mirovan e ye. Em bang li her kesî dikin li gel hemû zextan em dê sibê li Amarayê bin.”

WALIYÊ AMEDÊ LI PÊŞ DAXWAZÊN KURDAN DIBE ASTENG

Demîrtaş, bilêv kir ku kurd ji bo 4 daxwazên xwe li Amedê standan vedikin, lê standên daxwazên gelê kurd li Amedê ji aliyê Waliyê Amedê ve tê astengkirin. Demîrtaş, bilêv kir ku kurd ji bo daxwazên wan di makeqanûna faşîst û darbekar de cih tune û daxwazên xwe yên demokratîk di makeqanûnê de cih bigirin dixwazin makeqanûn bê guhertin û 4 daxwazên wan ên sereke di makeqanûnê de cih bigire û wiha pêde çû: “Ji bo daxwazên kurdan di makeqanûnê de cih nagirin kurd daxwazên xwe tînin ziman. Ji ber ku ev makeqanûn ya darbeya faşîst e kurd makeqanûna nû dixwazin. Helwesta Walî ji aliyê Wezîrê Navxweyî, Serokwezir û Serokê Meclîsê ve nehatiye rexne kirin.

Li gel Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek got “Divê gel ji bo makewanûna nû bi her rêbazê daxwazên xwe bînin ziman jî dîsa Walî rê li pêşiya daxwazên kurdan digirin. Ger ku dê qedexe li pêş daxwazên kurdan hebin, wê demê em dê çawa muzakereyan pêk bînin. Dê makeqanûn çawa demokratîk bibe. Divê Wezîrê Karên Hundir û Serokwezîr Waliyê Amedê ji Amedê bigirta. Lê tiştek nayê kirin.”

Demîrtaş, zema dawî jî rexne kir û anî ziman ku ev zema hatiye kirin nayê qebûl kirin. Demîrtaş, da zanin ku zema tê kirin hemû ji beriya welatiyên xizan derdikeve. ANF

Advertisements