Gallery

Serokê CIA ji Tirkiyê xwest Dewleta Kurdî qebûl bikin!

Nûçexane – Di serdana xwe ya Tirkiyê de serokê CIA ji Tirkiyê daxwaz kir ku piştgiriya avakirina dewleta Kurdî bike li Iraqê.

Di serdana xwe ya Enqerê de, serokê CIA David Petraeus ku di sala 2003 de bi emrê çiwal xistibûn serê eskerên Tirk, teklîfeke wiha ji Tirkiyê re anî: Bibin bira, nas bikin, û beşekî ji petrol û gazê bibin.

Li gora rojnameya tirkî Yeni Çag David Petraeus li Enqerê bi serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û bi serokê MIT Hakan Fidan re rûnişt.

David Petraeus got, hikûmeta merkezî li Iraqê, li Hewlêrê zorê dike, bi Hewlêrê re bibin bira, ji çavkaniyên Musul û Kerkûkê istîfade bikin. Piştî vê hevdîtinê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di Newrozê de mizgînî dan. Petraus, ji AKP re gotiye, li hember naskirina Kurdistanê bêdeng bimînin, biratiya mezin bikin û beşê xwe ji petrol û gazê bibin.

Li gora jêderên istîxbaratî, Petraus ku roja 12.03 hate Enqerê, ji Tirkiyê xwest ku Kurdistanê nas bike.

Heman jêder dibêjin, Petraus ji Erdogan re gotiye Bexda zorê li Hewlêrê dike, Sûriyê û Îran li dij derdiekvin ku li bakurê Iraqê, dewleta were avakirin.

Eger hûn jî li dij derkevin ew dewlet nikare bijî, eger hûn qebûl bikin, wê giraniya we jî hebe. Bi vî awahî hûnê sûdê ji petrol û gaza Kerkûk û Musulê bibînin. Nivîskarê gotarê dibêje, piştî wê hevdîtinê Mesûd Barzanî di Newrozê de mizgînên mezin dane Kurdan. Kurdî: AVESTAKURD

Advertisements