Gallery

12ê Îlonê tê darizandin, dadgehê li Ehmed Turk guhdar kir

Nûçexane – Doza derbeya 12ê îlonê ku piştî rapirsîna (referandom) sala 2011an rêya dadgehkirinê lê hatibû vekirin, îro li dadgeha Enqerê dest pê kir. Dadgehê wek şahidê wê demê yê kiryarên zîndana Diyarbekirê, li Parlementerê Kurd Ehmed Turk jî guhdar kir. Turk, hem behsa îşkenceya ku lê hatibû kirin kir hem jî encamên derbeyê nîrxand.

‘Herî Zêde Kurdan Êş Kişand’

Ehmed Turk wek şahidê zîndana Diyarbekirê got, her çiqas gelek derdor rastî êş û janên dijwar hatibin jî herî zêde bandora xwe li kurdan kiriye û diyar kir, ji ber ku dibe hinceta pêşrûbûna raborîyê ez girîngîyê didim vê dozê û wiha domand: ‘Di serdema 12ê Îlonê de, çepgiran, rastgiran, kurdan, tirkan gelek êş kişandine. Mesele ne sizakirina du kesan e. Dîtina wan lîstikên Bîzansîyan û bi dijberîkirinê dilhiştina mirovan  e.’

Turk her wiha li Televizyona Haberturkê jî bal kişand ser îşkenceya ku li ser wan pêk hatiye bi bîr xist ku, piştî derketina ji zîndanê wî qet kîndarî nekiriye û got, ‘Kesên ji zîndanê derketin bêhtir bi doza xwe ve hatin girêdan û têkoşîna xwe xurttir kirin’.

Advertisements