Gallery

Wê Xelata Çîrokan ya Şerzan Kurt bê dayîn

Nûçexane –  Şaxê Egîtîm Sen (Sendîkeya Perwerdekaran) ya Batmanê ji bo xwendekarê Kurd Şerzan Kurt ku, par di dema çalakîyeke protestoyî de ji hêla polîsan ve bi guleyan hatibû kuştin, pêşbazîya Xelata Çîrokan ya Şerzan Kurt ya II.’ li dar dixe.  Kesên bixwazin beşdar bibin karin li gor şertên li jêr yên ji alîyê desteya rêvebirîya Xelata Çîrokan ya Şerzan Kurt ve ji nûçexanê re hatîye şandin bixwînin.
XELATA ÇÎROKAN YA ŞERZAN KURT A II. 2012
Eğitim Sen Şaxê Batmanê par ji bo bîranîna Şerzan Kurt(Şerzan Kurt dema li Zanîngeha Muğlayê de dixwend, li vir 12ê Gulana 2010an di pevçûneke di nav şagirtan de ji aliyê polîsekî ve hatibû kuştin) Xelata Çîrokan A Şerzan Kurt a I. li dar xistîbû. Îsal Xelata Çîrokan A Şerzan Kurt a II. li dar dixe. Ev xelata çîrokan li ser navê ŞERZAN KURT ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyê, bibe handan ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî tê dayîn.
ŞERTÊN TEVLÎBÛNÊ
1. Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deverê(pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
2. Zimanê pêşbaziyê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn, xelat nayê parvekirin.
3. Berhem divê bi 12 puntoyan hatibin nivîsandin.
4. Kesên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê kurtejiyana xwe, navnîşana xwe 7 qopiyayên çirokên xwe bigihînin me. Dema dawî ya tevlîbûnê 15ê Gelawêjê 2012 e.
5. Piştî ku encama XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT A II. eşkere bû, dê berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wek pirtûkekê bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê bibin vê xalê dipejirînin.
6. Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên eşkere kirin û xelat di 8ê Kanûnê de, di rojbûna ŞERZAN KURT de digel bernameyekê werin dayîn.
7. Xelat, peykerekê ku bi taybetî hatiye çêkirin e. Xelat wek pere nayê dayîn.
DESTEYA HILBIJÊR
Ronî War, Dilawer Zeraq, Yaqob Tilermenî, Sîdar Jîr, Brahîm Ronîzêr,
Ömer KURT (Bavê Şerzan KURT e. Wê ray bi kar neyîne.)

http://batmanedebiyatodulleri.blogspot.com/2012/03/ii-serzan-kurt-oyku-odulu-2012-xelata.html

Advertisements