Gallery

Jinên Kurd ji bo piştgirîya Wanê li Stenbolê şevekê li dar dixin

Nûçexane – Li Tirkiye bajarê Stenbolê ji bo piştgirîya mexdûrên erdheja Wanê û Komeleya Hunermendên Jin yên Bajarê Wanê bi beşdarîya dengbêjên jin şevek tê lidarxistin. Şeva piştgirîyê ji alîyê komek jinên Kurd yên li bajarê Stenbolê ve, bi mebesta xwedîderketina mexdûrên erdheja Wanê û parvekirina êşên wan tê sazkirin.

Şeva piştgirîyê roja 8ê Nîsanê li demjimêr 20.00 bi beşdarbûna dengbêjên jin yên bajarê Wanê û hunermendên mêvan Bahoz Midyat û Mehmet Sonmez li Anadolu Şark Sofrasi (Esenkent – Bahçeşehir / İstanbul) tê lidarxistin.

Kesên bixwazin beşdar bibin û piştevanîyê bikin karin bi vê jimara telefonê bikevin pêwendîyê: +90 212 672 08 08

Advertisements