Gallery

Li Amedê Dîreksiyonê Otobusan Êdî Emanetî Ajovanên Jin e!

Nûçexane – Şaredariya Rezan, bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE), projeya “Ji bo pêşketin û guherînê jin dibin xwedî pîşe” perwerdehiya ajokariyê da jinan. Jin piştî perwerdeya ajokariyê dîtin derketin trafîkê. Ajokarên jin ên bi baweriya xwe û hêza xwe dixwazin li Amedê cudahiyekê bi afirînin peroşa derketina trafîkê dijîn.

Şaredariya Rezan a bi projeyên îstîhdamê ya ji bo piştgiriya jinê pêktîne projeyek din xist meriyetê. Jinên di çarçoveya projeya Şaredariya Rezan a bi navê “Ji bo Pêşketin û Guherînê Jin Dibin Xwedî Pîşe ” 2 mehan perwerdeya ajokariyê dîtin, derketin trafîkê. Projeya bi piştgiriya YE’yê di çileya 2011’an de dest pê kir û di meha mijdarê de bi dawî bû, 120 jin tevlî bûn. Di çarçoveya projeyê de formasyon, kursa hesagiriyê, dîksiyon, ragihandin, têkiliya gel û perwerdehiya zayendiya civakî û perwerdehiya ajokariyê dîtin. Piştî perwerdeyê 30 jinan ehliyeta E û 90 jinan jî ehliyeta B girtin. Ji 30 jinên ehliyetên B girtin û wesayîtên mezin bikartînin 15 li Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Peyas û Rezanê dê ajokariya otobusê bikin. 4 jinan li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi stajê kirin. 3 jinên li şaredariya Rezan û 2 jinên li Şaredariya Peyasê dest bi stajeriyê kirin jî stajeriya xwe ya 2 mehan a di bin kontrola ajokarên pispor de dikirin bi dawî kirin. Ajokarên jin ên di 20’ê adarê de perwerdeya xwe bi dawî kirin sertîfîka girtin û derketin trafîkê. Jinên din ên stajê dibînin jî dê mehên pêş de derbikevin trafîkê.

‘Heke jin bixwaze dê hemû tiştî bike’

Koordînatora Projeyê Funda Îpek, diyar kir ku jinên ajokar piştî perwerdehiya 2 mehan ji gelek perwerdehiyên din re jî derbas bûn, pêşketin û guherîna wan gelek keyfxweşiyê dide wan û wiha got: “Dema me nû pêşniyara ajokariya jinan anî ziman me gelek bertekên cuda girtin” Îpek, anî ziman ku 3 jin li Şaredariya Rezan dixebitin û 2 jin serê sibê saet di 08.00 û 17.00’an de servîsa personalan dikin. Îpek, da zanîn ku ji destpêka projeyê heta niha jinên tevlî xebatê dibin bi hêz dixebitin û wiha axivî: “Heke jin bixwaze dê hemû tiştî bike. Tenê heke jin bixwaze. Jin gelek bi biryar in. Heke tu niha ji destê wan jî bigirî tu nikarî bigirî.” Îpek, bilêv kir ku jin bi bawerî û hêza xwe ya têkoşînê dikare hemû tiştî bike. Îpek, destnîşan kir ku ew weke kar berê xwe nadin projeyê û jin ji hev û du hêzê digirin û wiha pê deçû: “Armanca me azadiya jinê ye. Em bi nêrîna jinê hev û du fêm dikin. Jinan bi hêza xwe serkeftin bi dest xist.”

‘Serkeftina me ji bo hemû jinan gaveke pêşeng e’

Ajokara jin a bi nave Hatîce Îz  ku li Şaredariya Rezan perwerdeya xwe ya stajê bi serkeftî bi dawî kir, diyar kir ku di perwerdeya dîreksyonê ya 2 mehan de zehmetî dîtîn, lê bi serket û wiha got: “Ji xwe bikaranîna otobusan a jinan tişteke ne hêsan e.” Îz, anî ziman ku serkeftina wan ligel baweriya wan piştgiriya malbat û mamosteyên wan jî gelek e û wiha axivî: “Me gelek zehmetî dît, lê bi daxwaz û hêzê em serketftin. Jiyana me wisa gelek xweşik e.” Îz, da zanîn ku bi projeyên wisa serkeftina jinê ya di civakê de zêde dibe û wiha pê de çû: “Me xwest û em serkeftin. Hêvîdarim ku ev serkeftina me dê ji bo hemû jinan bibe gaveke pêşeng.”

‘Em bertekên erênî û neyînî jî digirin’

Îz, bilêv kir ku dema dixebitin ji esnafan bertekên erênî û neyînî jî digirin. Îz, destnîşan kir ku ajokarî tenê wekî karê zilam tê dîtin şaş e û wiha got: “Ez bawer dikim hemû karê zilam dikin, em jin jî dikarin bikin. Em serkeftin. Ajokariya otobusê ya wekî karê zilam tê dîtin em jin dikin. Ez dikim. Heke jinek bixwaze dê hemû karan bike.”

Ajokara jin a bi navê Çîgdem Kaplan jî diyar kir ku di perwerdeya ceribandinê de bi serkeftî derbas bû û her tim ji malbata xwe bertekên erênî girtin. Kaplan, anî ziman ku bi saya hêz û daxwaza xwe bi dilrehetî ajokariyê dike û ji vê yekê serbilind e. Kaplan, da zanîn ku ew bi hêza serkeftinê derdikevin trafîkê. Jêder: DÎHA Weşan: Rûdaw

Advertisements