Gallery

Dr. Berhem Salih Peyama Malavayîyê Weşand

Nûçexane – Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê Dr. Berhem Salih, bi boneya bidawîbûna kabîneya şeşemîn, peyameke malavayiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşkêşî civakên xelkê Kurdistanê kir.

Dr. Berhem diyar kir ku, îro berpirsartiya min ya Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li çarçoveya peroseya destbidestkirina desthilatê di navera Yekitî û Partiyê de, ku pêkhateya Lîsteya Kurdistanin, bidawî bû. Ez vê erkê ji kak Nêçîr re dihêkim û di vir de ji wî re serkeftinê dixwezim, û pêwîste em hemû piştewanê wî û kak Îmad û hevlên wan bin bo xizmetkirina xelk û çaksazî û karwan avedanî û nûjenkirina Kurdistana me.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , diyar kir ku li berwara 28/10/2009, rûmeta serokatiya Hikûmetê sipardin min û kak Azad Berwarî û hevlên Civata Wezîran. Me erka cîbîcîkirina Lîsteya Kurdistanî girtibû ser milê xwe û wisa pêde çû: Baş tê bîra min ku min ji we re gotibû, Ev bername bi hêsanî cîbicî nabe, bêguman, asteng û kelemên mezin li pêş me heye, lî divê em vê pilanê cîbicî bikin, kur her wisa jî bû.

Dr. Berhem, da xûyakirin ku di pêvajoyeke dijwar de, erka serokatiyê pejiraniye û wiha dewam dike: Li merceke wisa de, xizmet kirin û seqamgîrkirina dasê, kareke dijwar û zehmet bû , lê di vê pêvajoya kurt de, me karî bi piştîvaniya we, beşeke girîng li vê pilanê di heyama 4 salan de cîbicî bikin.

Dr. Berhem dibêje ku, Ew soza ku me dabû we de, li warê duruşman de derbazî warê kirdarî bû, tevî hemû asteng û keleman, reformeke giştî destpê kir, me karî li gelek waran de, destêwerdan narewa û di nav karûbarê hikûmetê de kêm bikin û berjeweniyên gel nekin qurbanyê hinek navend û hêzan.

Serokê Hikûmetê di beşeke peyama xwe de basa kiryarên hikûmeta xwe dike û wisa dibêje: Ez û hevalên xwe serbilindim ku me xizmeta malbatên şehîdan, Enfalkiriyan, kîmyabarankiryan bikin û ji wan re mal û erd dabîn bikin û her wiha pir kêxweşim ku me karî, mûçeyên zîndaniyên siyasî û kêmendamên serngerê zêde bikin.

Ez serbilindim ku me karî ji bo sedan keç û kurê vî welatî, bernameya şiyanê ya wergirtina zanist û zaniyariyên cîhanî, darêjin. Me karî ku em deriyê bicîhbûnê/damezrandinê ji we re vekin û pilana sîgortaya bêkariyê, deynê bişûk ji bo keç û kuran cîbîcî bikin û her wiha girîngî bi rewşa jinan bidin.

Dr Berhem dazanîn ku ez gelek kêfxweşim ku me karîye heta astekî xizmeta Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr, Sîncar û deverên veqetiyaî ji yên Herêma Kurdistanê bikin û avirekî bidin nîşecîh û pêdiviyên wir.

Dr Berhem di herikîna gotar xwe ji bo gel dibêje: Li heyama du salên borî de, hinek rûdanên nebaş derketin û daxek daye ser dilê min, bitaybet bûyerên 17 Sibatê ku gelek ciwan û polîs ji bo çaksazî û reforman canê xwe jidest dan, liser baregahên hinek aliyên siyasî û kanalên televîzyonan, êriş hate kirin û li hember hinek rojnamevan û çalakvanên siaysî û civaka sivîl bêrêtî hate kirin.

Srokê Hikûmeta Herêma kurdiatnê li derbara pêşketina aborî li Kurdistanê de amaje dike; Amar ji me re dibêjin ku li pêş Kurdistanê de asoyke berferhe hatiye vekirin, geşeya aborî li Kurdistanê gehîştiye asteke berçav de û hilbirîna taybet gehîştiye 18 milyar dolar,me li kêleka vê de hewl daye kerta/pişka neftê berferhe bikin çimkî neft, samanekî niştîmanî û netewî ye û milkê tu partî û kesan nîne û yê vê nifşê jî nîne, para nibşê pêş me ne.

Dr Berhem di dawiay peyam xwe de li derbara ayendê de xoşbîniya xwe diyar dike û dibêje ez girêdayî tu post û pileyan nînim tenê xizmetkirina we û miletê min ji min re girîng e, ev jî erka ser mile min e û tu minet tê de nîne. Ji bo min, ayendeya we û niştîmana min, li her kes, pile û postekî, binirxtir û bilindtir e lewra jî ez dixwezim her tim xizmeta we bikim.

Dr. Berhem di dawiya gotar xwe de sipasiya dilsozî û piştewaniya gel bitaybet spasiya cenabê Mam Celal û Kak Mesûd , endamên parlemana Kurdistanê û hemû aliyên peywendîdar dike û ji hemû kesî re bitaybeta kabîne ya 7`mîn re serkeftinê dixweze û daxaza diyalogeke saxlem û tendurust di nabera aliyên siyasî dike. KRG

Advertisements