Gallery

Komkujiya Roboskî: Serfermandarî dibêje me bi zanebûn ew kuştin!

Nûçexane – Serfermandarîya Tirkiyê li ser daxwaza Komîsyona Lêhurbûna Bûyera Qilebanê ya Parlemena Tirkiyê li şûna raporeke berfireh nîşeyek li ser bûyera kuştina 34 welatîyan şand. Serfermandarî di nîşeyê de dibêje, bombebaran û îstixbarat giş li gor rêzikên tevgerên dersînor pêk hatiye.

Serokê Komisyona Qilebanê Parlementerê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) İhsan Şener, agahîya nîşenivîsa Serfermandarîya Giştî bi raya giştî re parve kir û got, serfermandarî di nîşenivîsa xwe de diyar dike ku operasyona Roboskîyê li gor rêzikên tevgerên dersînor pêk hatîye û wan jî ev agahî ji dozgerîyê re bi rê kir.

Şener her wiha got ku, ‘Dozgerîya Xwedî Rayeyên Taybet bi hinceta veşarîbûna lêpirsînê ji Serfermandarîyê re ragihandiye ku, bila tu agahîyan bi sazîyên din re parve nekin’.

Advertisements