Gallery

Firokeyên Şer yên Tirkiyê Zapê Bombebaran Dikin

Nûçexane – Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) ku dispêre jêderên herêmî, herêma Zapê ji berê vê sibehê ve ji alîyê firokeyên artêşa Tirkiyê ve tê bombebarankirin.

Tê ragihandin ku, artêşa Tirk ji demjimêrên 09.00’an yên sibehê ve herêma Zapê ya di bin kontrola gêrîlayan de êrîşa hewayî pêk tîne. Hat ragihandin ku, êrîşên hewayî heya demjimêrên nîvro dewam kir, lê belê di derbarê encamên bombebaranê de çi agahî nehatine girtin.

Doh jî herêmên Şehîd Mazlûm, Şehîd Ferhat û girê Angola, gundên Bêtkarê, Spîndarokê, Zewka û Balûka, her wiha geliyê Zapê jî dabûn ber guleyên obus û hewana. Di daxuyaniya ku vê sibehê HPG’ê di derbarê bombebaranan de dabû de, tê diyarkirin ku, di van bombebaranan de bombeyên mîsket yên ji derveyî hevpeymana navnetewî ne jî têne bikaranîn.

Advertisements