Gallery

Serokê PYD Muslum: Em Opozîsyona Sûrî jî deshilata Esed jî qebûl nakin

Nûçexane – Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Muslum Salih (PYD) tevlî konferansa ku ji aliyê “Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Gavleborg” li bajarê Gavle Swêdê hatibû sazkirin bû. Salih di konferansê de got; “Em gav bi gav nêzî armanca xwe dibin.”

Salih bilêv kir ku, armanca wan ewe li Rojavayê Kurdistanê xweseriyek demokratîk ava bikin û diyarkir, gelê Kurd xwedî wê zanebûn, têgihîştin û biryarbûnê ye ku vê yekê pêk bîne.

Salih got; asta ku em niha gehiştinê di bin pêşengitya PYD’ê de Gelê Kurd saziyên xwe avakirine û gav bi gav ber bi armancên xwe ve diçin. Her wiha Salih aşkera kir ku, “Dema ku Rojhilata Navîn careke din şekil digire, Kurdên ku piştî şerê Yekemîn û Duwemîn yê Cîhanê hatî qewitandin, vêcarê gûmanên tu kesê bila tunebin ku Kurd wê mafê xwe bistînin.”

Salih di derbarê PYD’ê de spekulasyonên tên kirin jî vegot û balkêşand ku PYD di bin êrîşên pir alî de ye.

Salih ragihand ku, li dijî partiya wan kampanyayekî bizanabûn ya reşkirinê hatiye destpêkirin, Salih bilêv kir ku, ew li dijî emperyalîst û Muxalefeta Netewî ya Sûriyeyê ya ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Bi taybet ew li dijî rejima Esad in.

Salih di berdewamiya axaftina xwe de got, her kes dizane ku ew li dijî rejima Esadin û “pêwîste rejima di Sûriyeyê de bê guhertin.” Jêder: ANF Kurdî

Advertisements