Gallery

Serok Barzanî li Washington bû mêvanê Qubad Talebanî

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoweya geşta xwe ya Amerîka de, serdana nivîsgeha herêma Kurdistanê ya li Washingtonê kir û li wir ji alîyê nûnerê Hikumeta Kurdistan Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Li gor malpera Krg (Hikumeta Herêma Kurdistan) piştî serdana hol û hemû beşên nivîsîngehê ku Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Washington û Desko Şêrwanî Cîgirê Nûner û karmendên nûnerayetiyê, Nûnerê Hikûmeta Herêmê erk û karên xwe ya li nivîsîngehê ji bo Serok Barzanî ronî kirin û behsa wan hewlên ku bi navê damezirandina pêwendiyeke çalak li gel navendên siyasî û aborî û kulturiyên Amerîka de xistine holê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî erk û karên nivîsîngeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêmê li Washington bi berhemdar wesifkir û ji bo karê baştir û xizmeta zêdetirê Kurdistaniyên runiştvanê wî welatî jî han dan û amadehiya xwe jî ji bo palpiştî kirina li kar û erkên wan de dûpatkir.

Advertisements