Gallery

Planeke Dijminatî: Malikî Xwestiye Bi Firokeyên F-16 Kurdan ji Hewlêrê Derxe

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistan, Mesûd Barzanî, eşkerekirina pîlaneke rayedarên sûpayê Iraqê ku Nûrî Malikî serpereştiya wê bûye radigihîne û dibêje; “Zaniyariyên hur di destên me de ne ku di kombûneke wan de hatiye behiskirin, kû bi Firokeyên F 16 û tank û zirpoşên leşkerî Kurdan ji Hewlêrê derdixin, careke dî dibêjim, ev bi amadebûna Malikî pêkhatiye û wî ew gefên metirsîdar yên amadebûyên kombûnî ret nekirye. Divê ji vê yekê re sînor were danîn, sînor bo vê hewildanên metirsîdar were danîn da kû dîktatoriyet newê avakirin.”

Serok Barzanî, bo rojnameya Heyata Londonî ragihand kû piştî vegera wî bo Kurdistanê, kombûnekî bi lezgîn bo serkirdeyên Iraqê dê encam bidin, dibe kû dawî bi kêşeyên niha yên meydana siyasiya Iraqê were, weha jî got kû egerê retkirina wê ji aliyê Malikî ve heye yan jî nehatina wî li beramberî vê, emê jî wî weke serokwezîrên Iraqê ret bikin.

Serokê herêma Kurdistanê, derbarê qeyarana Iraqê û herêmê de ragihandiye kû, berî sê rojan, serokê hukûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bo Îranê hatiye rêkirin da kû kêşeyên Iraqê bas bikin. Wekî din jî Barzanî got kû, ew derbarê mafên Kurdan de li Sûriye li gel  opozisyona Sûriye ne gihiştine berencameke zelal.

Di wê hevdîtinê de kû îro belav bûye, Barzanî dibêje kû: Me bo Emerîkiyan dîtin û nêrînên xwe dane xûyakirin, lê pir girînge kû em nasnameya Iraqê bizanibim û kîjan Iraqe ya kû Emerîkî dixwazin û li gel wê danûstandin bikin? Helwesta wan li hemberî Herêma Kurdistanê çiye? bo vê yekê jî em gihiştine wê encamê û bi bawerî dizanin kû Emerîka dixwaze Iraqekî Demokratî pir rengî û Fîdrelarî be. Ew (Emerîka) tekeza girêdaniya xwe bo Kurdistan û gelê Kurdistanê kirine, ev jî ji aliyê min ve babetekî girîng e.”

Mesûd Barzanî di berdewamiya hevdîtina xwe ya bo rojnameya Alheyat dibêje,  me bo Emerîkiyan pêşniyar kiriye kû rewşa niha ya Iraqê bandore li hebûna qeyranê dike, bi wateya kû derdixe, pêwîste were çareserkirin. Bo çareserkirina wê jî, pêwîste dosêtên Iraqê piştîvaniya wê bikin, ne kû çaverêtiya Emerîka bin yan çaverêyê li welatekî din bikin, divê jêre çareyek were dîtin. “ Ji ber vê û bo derbaskirina welat ji vê qeyranê min pêşniyar kiriye kû serkirdeyên Iraqê kom bibin, yan jî bo çaksaziyê, berê xwe bidin rêyeke din ya çareserkirina vê rewşê. Çûnkî mana rewşê bi vî şêweyî niha, ne şêwazê meye. Iraq ber bi karesatekî ve diçê, di vegerê berû dektoriyetê, girtina hemû aliyên deshilatê, ev kirdar dihêle kû hemû alî bên dûr kirin, sîstema nû ya Iraqê li ser destê kesekî berû têkçûnê diçe. Ev norme jî ji deshilatê nayê pejrandin. Me hemûyan tekoşîn kiriye, hemû Iraqî û hêzên siyasî li dijî Sedam Husên rawestane û têkoşîn kirine û gelek gorî jî dane, bi ti awayî nabê dest bi deshilatê ve were girtin.”

 

Bo dem û cihê kombûnên kû di pêşerojê de bo çareserkirina arîşeyên Iraqê Barzanî, dibêje kû, nabê bi ti awayî ev rewş weha bimînê, divê di nava demên kûrt û diyar de, kombûnên çareserkirina kêşayn werin kirin, û weha dibêje: “ Di rastiyê de, ji hevdîtin û sozên kombûnan em westiyan, divê kombûna vê care, cidî û hertişt tê de werin yekalî kirin, eger bersivek bo vê yekê newê dayîn wê demê dê gotinên me yên din hebin.”

Di bersiva pirsekî de derbarê egerê retkirina Malikî bo kombûnê Barzanî ragihand “ Kombûn ne tenê bo kombûnêye, lê belê jibo çareserkirina kêşeyane, eger bû û Malikî kombûnê ret bike, wê demê em jî dê wî ret bikin kû ew li deshilatê bimînê. Divê em eşkere bin; yan çareserkirina arîşeyan yan jî weke kû weha diçê têkdana rewşêye ev ne cihê pesend kirinêye, kû kesek dest bi ser aliyên dewletê de bigrê, bi daxwaza xwe tev bigre û herkesên din ji derve bên hiştin, û weha weke serokwezîr bimînê, ev bi hîç şêweyekî nayê qebûl kirin.”

 

Serok Barzanî, wekî din pirtir eşkere kir kû, “ Destûrê rê daye kû 5 heta 6 Firqeyên Serbazî hebin û her serok Fiqeyekî divê baweriya Parliyamentê bi dest bixe, lê li şûna şeşan niha şazdeh (16) Firqe hene, ev ji derveyî hêzên Taybet kû her hemû ser bi serokê giştiyê hêzên çekdarane, yan ser bi Malikî kû heman demê de, serpereştiya artêşê jî dike, ev hêz ne ser bi wezareta parastinê û serok Erkan ve ne, hîç ne ser bi berpisekî din yê serbazîne, ji dervey nivîsîngeha serokê giştî, (Malikî). Bila li Parliyamentê bipirsin, erê qet yek ji serokên Firqeyan li gorî destûrê bi dest anîna baweriya Perliyamentê bûye û li gorî yasayê hatiye damezrandin? Ma ji vê pirtir çi binpêkirina destûrê heye?  sûpayek kû tenê soz û di jêr gotina tenê yek kesî de be ji vê metirsîdartir çi heye, ev karesate, di nava artêşê de hene weha dihizirin kû, bi destxisitna çekên nû û yên serdemî, bi armanca derxistina Kurdan li Hewlêr û Selahedîn, ev di kombûneke rayedarê giştiyê artêşê de hatine behiskirin kû di wê kombûnê de Malikî jî amade bû.”

Barzanî pirtir derbarê bername û pîlanîn wan de ragihand: “ Zaniyariyên hûr li gel me hene kû di wê kombûnê de hatiye behis kirin Kû dê bi firokeyên F16 û bi Tank û Top û zirpoşan Kurdan ji Hewlêrê derbînin. Careke din dibêjim, ev gefxwarinên han bi amadebûna Malikî bû û ew gefên metirsîdar ji aliyê Malikî ve ne hatine ret kirin. Divê sînor jibo vê yekê re were danîn û herweha sînor ji bo wan hewildanên metirsîdar were danîn da kû êdî dîktatoriyet newê avakirin.” PNA

Advertisements