Gallery

Ber bi cîrantîya Kurdistanê ve…

Nûçexane Analîz – Pergala dinyayê di qirna 21ê de ber bi pêvajoyeke nû ve diçe. Ev pêvajoyeke wiha ye ku, qeyraneke nedîtî ya aborî û gelemşeyên siyasî û deshilatî bi xwe re dihewîne.

Êdî sîyaset ne reş ne jî spî ye, reng zere ye

Welatên rojava û asyaya navîn dest ji her tiştî berdane û ji bo pêşîyê li qeyrana ku her diçe nêz dibe û bêhtir bandora xwe li ser wan dike bigirin kûr û dûr difikirin. Ew êdî bi sîyaseteke ne reş ne jî spî, lê bi rengekî zere helwestên xwe ji raya giştî ya cîhanê re eşkere dikin.

Mînak; êdî Amerîka bes dixwaze di nav şer û alozîyên derve de bigevize, Îran, Çîn û Rûsya jî her ku li ber zextên Amerîka yên wekî bicihkirina mertalan û baregehên leşkerî bê deng nemînin jî naxwazin vê yekê bikin hincet ji şerekî sar û germ re.

Yanî ew jî sîyaseteke sarogermo dikin û naxwazin alozî bêhtir bandorê li ser wan û dinyayê bike.

Welatên rojava jî ango Ewropî bi taybetî piştî çûyîna Qedafî û berdewama alozîya li Lîbyayê, Misrê û Tûnisê hinekî dengê xwe kêm kirin û naxwazin zêde dest bidin rejima Sûrîyê.

Helbet di vir de hin hisabên aborî jî hene ku, zêde bi ser Esed de naçin û sîyaseta xwe li gor piştî arambûna herêmên rojhilata navîn dimeşînin.

Navbeynkarîya Kofî Annan encama vê siyasetê ye

Ji xwe pir diyar e ku, lihevkirina ji bo navbeynkarîyê ya nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan jî siyaseta hemû dewlet û deshilatên rojavayê diyar dike. Lewre ew naxwazin dijberîya deshilatên rojhilata navîn bikin. Naxwazin bibe sedema dijberîyeke mezintir û bi vê alozîyê hilweşîn û felişîna civak û dewletan pêk were.

Rojavayê dinyayê jî asyaya navîn jî û çend dewletên kendava erebî jî di vê rewş û pêvajoya ku rû daye de ji xwe re li mûxatebên pêbawer û pêewle digerin. Li Tûnisê, Misrê, Lîbyayê, Yemenê û niha jî li Sûrîyê dixwazin deshilateke ku karibe bi wan re bi her awayî danûstandineke baş bike digerin.

Lê belê ji ber ku piştî bihara erebî ku niha li Sûrî berdewame, hê jî kevirên kişikê li şûna xwe rûneniştine nediyarîyek heye.

Li Herêma Kurdistan Pergalek nû saz dibe

Dema em werin ser Herêma Kurdistanê û Serokatîya wê pir baş xuya dibe ku, her diçe bi pergaleke rûniştî ya ku zane bi welatên dinyayê re çawa danûstandinê bike heye. Her ku bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî bi fedakarîyekê ji alîyê xwe ve berdewama Iraqa federal diparêze jî, alozîyên nabera sunî û şîayan û deshilata Malikî ku her diçe diheside kiryarên Sedamê Dîktator dibe asteng. Ev jî dihêle ku, li Rojhilata Navîn ji bo danûstandinên bi rojava û asyaya navîn re ji xeynî Tirkiyeyê êdî mûxatebekî din derkeve holê. Ew jî ji xwe piştî çûyîna Serok Barzanî ya Washingtonê û pêşwazîya germ ya ku ji bo wî hate kirin xwe da der.

Barzanî li rojhilata navîn dibe aktorekî herî pêbawer

Serok Barzanî bi helwestên xwe yên siyasî û hewldanên çareserîyê ku bi taybetî ji bo avabûna Kurdistanê dide pêş, li rojhilata navîn dibe aktorekî pîleya herî bilind. Heta ji ber cîwarbûna axa Kurdistanê ya li herêmeke stratejîk ku ji bo vekirina derîyekî ber bi rojava ve derfeteke mezin dide, di vê aktorî û mûxatebîyê de dikeve pêştirê serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û bi pêbawerîya xwe ya ku li nav welatên cîhanê jî hatîye piştrastkirin kare roleke pir mezin bilîze.

Barzanî berî Kurdistanê cîranan jê re çêdike

Di encamê de mirov kare bêje ku, ji bo Serok Barzanî rola xwe baş bilîze divê ewil bertekên dijî herêma Kurdistanê beralî bike û rewşeke aram saz bike. Rêya wê jî ne bi şer û pevçûneke çekdarî, lê di rêyên dîyalog û siyasetê de dibîne. Ji xwe ev rêbaz ji bo qirna em tê de ne rêyeke bêyî wê nabe ye.  Ji ber vê hindê jî Serok Barzanî dixwaze ewil pirsgirêkên Kurdan; çi aborî çi siyasî, çi herêmî û çi jî mafên xwederbirin û deshilatbûnê ya li ser axa xwe, li seranserê dinyayê çareser bibin û wek neteweyeke yekgirtî werin pejirandin. Piştre jî Serok Barzanî bi hewldanên xwe yên aştîyane bang li welatên mezin yên dinyayê dike ku, pêwendiyên xwe xurt bikin û bi awayê dostane ligel kar û barên aborî bi hev re pêwendîdar bibin.

Ji encama vê nirxandinê tiştê ku derdikeve holê ev e:

Serok Barzanî berî ragihandina serxwebûna Kurdistanê ewil cîranên xwe çêdike û bi cîhanê re pewêndiyên xwe xurt dike.

Kurdistan neçare bi Tirkiye, Sûrî û Îranê re cîrantîyeke baş bike.

Ev cîrantî jî wê qet bi şer û alozîyê û bê tehemûlîya Kurdan nebe. Encex bi pêbawerî û li hev ewlebûneke baş bibe.

Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî niha yekane kesê ku bikaribe vê cîrantîyê bi rê ve bibe ye.

Yê ku tirsa Kurdistana serbixwe ji ser cîranên xwe rake jî dîsa ew e.

Yê ku hemû kurdên çar parçeyê Kurdistanê bike yekhelwest û wan haş bike jî dîsa Serok Barzanî ye.

Yê ku heke em ji bo rewşa niha bêjin, karibe rêya çareserîya mafên kurdan li Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê) û Rojavayê Kurdistanê (Sûrî) veke jî dîsa ew bixwe ye.

Û herî dawî yê ku wê mizgîniya xêrê ji dinyayê re ragihîne jî ew e.

Salih Turan / Nûçexane

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s