Gallery

Geryaneke Wêneyî bi Mehmet Masum Suer re (+Wênedank)

Nûçexane – Mehmet Masum Suer wênekêş û rojnamevanekî Kurd e ku li Dîyarbekirê dijî. Suer li sala 1957’an li gundê Avîna (bi navê Tirkî Sürgücü) ya giredayî navçeya Stevrê ya Mêrdîn’ê hatîye dinê. Wî perwerdeya xwe ya serekî li navçeyên Mêrdîn’ê Mahserte (Ömerli) Qoser (Kızıltepe)’ê qedand. Lîse jî li navçeyên Qeyserî û Erzerom’ê dawî anî. Ew ji Enstitûya Perwerdehîyê ya Amed’ê li sala 1980’ê mezûn bû û paşê li Zanîngeha Eskîşehîr’ê, li beşa Wêjeyê lîsans qedand.

Suer karîyera xwe ya rojnamevanîyê, li sala 1974’an, bi nivîsên xwe yên di kovara bi navê “Başkent (Paytaxt)” ku li Enqere’yê dihat weşandin, destpê kir. Di heman salan de di kovara bi navê “Sanat ve İnsan (Huner û Mirov)” de hindek nivîs û wêneyên wî hatin weşandin. Paşê di gelek ajans û rojnameyan de weke nûçegîhan, wênekêş, nivîskar, redaktor û nûner xebitî. Hindek ji van ajans û rojnameyan ev in:

“Rojnameyên Tercuman (1976-1980), Gunaydın (1982), Milliyet (1988-1993), Ekspres-Adana (1986), Siyah-Beyaz û ajansên nûçeyan; Akdeniz Haber Ajansı (Ajansa Nûçeyan a Derya ya Spî) , Türk Haberler Ajansı (Ajansa Nûçeyan a Tirk), Ortadoğu Haber Ajansı (Ajansa Nûçeyan a Rojhilata Navîn) û Ulusal Haber Ajans (Ajansa Nûçeyan a Netewî)…

Mehmet Masum Suer li sala 1982’an, li Amed’ê rojnameyeke bi navê “Olay (Bûyer)” rojnameyek hefteyî weşand. Hem ji ber rewşa sîyasî ya Tirkîyê û hem ji ya şexsî, mecbûr ma ku rojnameyê bigire.

Suer li sala 1993’an dest ji nûçegîhanîyê berda, lê lêkolînên wî yên li ser dîrok, çand û ziman berdewam kirin. Hin lêkolîn û rêzê nivîsên wî di rojnameyên weke “Ülkede Gündem, Demokrasi, Yeni Yüzyıl û Sîyah-Beyaz”ê de hatin weşandin.

Rojnamevanê Kurd, di navbera salên 2005 û 2007’an de di rojnameya bi navê Güneydoğu Ekspres a ku li Amed’ê tê weşandin de, wekî edîtorê rûpelê yekê û yê çandê xebitî. Xencî edîtorîyê, di vê rojnameyê de li ser dîrok, çand û hunerê nivîsên wî hatin weşandin.

Di internetê de li sala 1996’an de cara yekê li ser navê Heskîf (Hasankeyf)’ê wî malperek damezrand û ji wê salê û vir, ev malper weşana xwe didomîne û bajarê dîrokî Heskîf’ê dide nasîn.

Wênekêşê serkeftî hezkirina xwe ya fotograf kişandinê wiha dîyar dike: “Meraqa min a wênekêşîyê, di zaroktîya min de, li sala 1969’an destpê kir û paşê jî bi rojnamevanîyê berdewam kir. Ev cend salên dawî bi awayekî profesyonelî ez wêneyan dikşînim. Wêneyên cih û warên dîrokî, bajar, nirxên çandî û portreyên hunermend û politîkvanên me yên Kurd zêdetir bala min dikşîne. Hin wêneyên min di pirtûk û weşanên ku bajarên me û heremê didin nasîn û rojname yan kovaran de tên weşandin.”

Xwendevanên hêja,

Hun dikarin bi navnîşana www.masumsuer.com serdana malpera wî ya taybet bikin û fotoyên wî yên reng û reng bibînin.

Her wiha, kerem kin bi fotogalerîyê jêrîn, li çend wêneyên bedew yên hunermendê Kurd Mehmet Masum Suer binêrin. Robîn Reşvan / VOA Kurdî

Girêdana Nûçeya VOA ligel Wênedankê

Advertisements