Gallery

Kişanak: Şerm e ku em li welatekî wiha dijîn

Nûçexane – Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, di Koma BDP’ê ya Meclîsê de axivî û bal kişand greva birçûbûnê ya girtiyan, rewşa binpêkirinên mafan yên li girtîgehan, girtiyên nexweş, komkujiya Roboskiyê û mirinên karkeran. Dema malbatên qurbanîyên Roboskê xwestin li ser kursîyê meclîsê biaxivin weşana zîndî ya TBMM TV hat rawestandin.

Kişanak, anî ziman ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan pir erzan bûye û ew li welatê ji mirovahiyê bêpar dijîn. Kişanak, da zanîn ku girtiyên li girtîgehan 55 rojin di çalakiya birçîbûnê de ne û xwest her kes ji bo mafê wan yê jiyanê têbikoşe. Kişanak. bal kişand ser komkujiya li Roboskiyê û wiha got: “Li gel 104 roj derbas bûn hêj kesên ferman dane komkujiyê nehatine ronîkirin. Em dê heta dawî hesap ji vê yekê bipirsin.”

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, di civîna Koma BDP’ê de li ser greva birçîbûnê, rewşa girtiyên nexweş, komkujiya li Roboskiyê û mirina leşkeran rawestiya. Dema Kişanak li meclisê diaxivî malbatên 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin meclîsê û tev li civîna BDP’ê bûn. Kişanak bi kurdî malbat silav kirin. Kişanak, di serî de bal kişand ser mirina karkerên ku di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dane û ji malbata wan sersaxî xwest. Kişanak, da zanîn ku li Tirkiyeyê ji ber detbîr, ewlehî û hesabpirsîn tuneye her roj bûyerên mina hev pêk tên û karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin. Kişanak, anî ziman ku ew emanetê xwedê dijîn û heta niha rayedarên dewletê hesap ji berpirsiyaran nepirsîne û ji bo hesap nepirse jî her tiştî dike.

‘EM LI WELATÊ JIYAN ERZANE DIJÎN’

Kişanak, da zanîn ku ew li welatê jiyan lê pir erzan e dijîn û wiha got: “Tirkiye di qada aborî de di cîhanê de ji aliyê çavkaniyên abori ve welatê 2’emîn dewlemend e.”

Kişanak, destnişan kir ku 2 roj şunde 12’ê Nîsanê roja têkoşîna li dijî xercên leşkerî ye wiha berdewam kir: “Li cîhanê ji sedî 15 lêçûnên xercên lexkeriyê zêde bûne û herî zêde bazirganiya çekên şer tên kirin. Li ser kuştina mirovan û şer di nava hewldanan dene. Li Tirkiyeyê jiyana mirovan pir erzan e. Lêçûnên rê, tenduristî, perwerdehiyê û ewlehiya civakî her ku diçe tên kêmkirin. Lê lêçûnên ji bo leşkeriyê her ku diçe zêde dikin.”

‘RAZEMENIYA ÇEKAN TIRKIYEYÊ PAŞ DIXE’

Kişanak, da zanîn ku lêçûn û razemeniya leşkerî ji bo şerê navxweyî tê razandin û ev Tirkiyeyê paşve dixe. Kişanak, xwest her kes li hemberî vê yekê derkevin û wiha got: “Tirkiye dê heta 2105’an tenê li balafirên şer 16 milyar dolar xerç bikin. Hêj birîn û êşa li Gundê Roboskiyê zindî ye. Lê Tirkiye pereyê berîka me û xwarina me li şer û balafirên şer xerç dike.”

‘RAYEYA MECLÎSÊ TUNE YE’

Kişanak, da zanîn ku li Tirkiyeyê ew qas pere tê xerçkirin, lê meclîsa tirkiyeyê ne xwediyê rayeya venêrtinê ye û wiha got: “Li welatê me bombeyên gazê li dijî muxalefeta civakî tê bikaranîn. Li dijî welatiyên ku li kolanan li mafê xwe digerin bombeyên gazê tê bikar anin. Me pirsname da meclîsê. Lê gotin ‘Bombeyên gazê bê zerar in û em dê bikaranîna bombeyên gazê berdewam bikin’. Li dijî hemû welatiyên li mafê xwe heq û hiqûqa xwe digerin bombeyên gazê tê bikar anîn û polîs êrîş dikin. Di 5 salên dawî de 9 kes bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dane. Mehmet Uytun ê 18 mehî ku di hembêza dayika xwe de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da. Dîsa herî dawî Hacî Zengîn bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest dan. Ev Wezareta Dadê û Wezîrê Karên Hundir eleqeder nake. Wezîrê Karên Hundir li şûna hesabö vê yekê bipirse bêtir fermanê dide polisan û qedexe dike.”

‘ROJNAME MANŞETÊN RAST NAVÊJIN’

Kişanak, da zanîn ku rojname li şûna hesapê kuştinên Mehmet Uytun, Hacî Zengin bipirsin di manşeta xwe de dibêjin ‘Ki dê hesabê camê şikestî bide’ davêjin û rojev û rastiyê berovajî dikin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ ÎRO KET ROJA 55’AN

Kişanak da zanîn ku li vî welatî 55 rojin gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome û got: “Li Tirkiyeyê hezar û 500 girtî ji bo daxwazên xwe bînin ziman 55 roj in dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine û 3 girtiyên ku 48 roj in dest bi çalakiyê kirine li ber sînorê mirinê dijîn.” Kişanak, xwest sedema çalakiya gireva birçîbûnê bê pirsîn û daxwazên wan li ber çavan bên girtin. Kişanak bal kişand ser çalakiya gireva birçûbûnê ya Strasburngê û xwest her kes pirsan ji xwe bike ku ev mirov çi dixwazin û çima ketine girevê? bikin. Kişanak, da zanîn ku mirovên ketine gireva birçîbûnê ji bo bedena xwe bidin ber mirinê û êdî mirov neyên kuştin, aştî pêş bikeve, pirsgirêka kurd çareser bibe û rê li pêşiya tecrîd, operasyonên siyasî û leşkerî bigirin dikevin girevê. Ji bo kes nemirin mirina xwe didin ber çavan. Divê em jî heta dawi li cem wan cih bigirin û heta dawî piştgiriyê bidin wan.”

‘DIVÊ HER KES JI BO MAFÊ JİYANÊ TÊBIKOŞE’

Kişanak, ji ber çalakiya kesên ketine girevê slav kir û ew pîroz kir. Kişanak, xwest hemû bi hevre di nava yekîtî û tifaqiyê têbikoşin û jiyana wan biparêzin. Kişanak, ji her kesî xwest ku ji bo parastina mafê wan ê jiyanê têbikoşin û rê li pêşiya aştiyê vekin. Kişanak, destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê sûcê mirovahiyê pêk tê û hemû kesên diçin girtîgehê rip û rût tên tazîkirin û rastî îşkenceyê tên. Kişanak, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Em li welatê ji mirovahiyê bêpar dijîn. Girtiyên li ber sînorê mirinê nayên berdan û destûr nadin ku li malê xwe bimirin. Herî dawî Nurettîn Soysal ê 41 salî ku bi pençeşêra lenfê bû duh jiyana xwe ji dest da. Em ji malbata wî sersaxiyê dixwazin. Em vê pêkanîna li hemberî girtiyên nexweş bi tundî şermezar dikin û dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan û bigêjin tenduristiya xwe.”

MALBATÊN ROBOSKIYÊ MECLÎS ZIYARET KIRIN

Di navbera axaftinê de malbatên 34 kesên ku di komkujiya li Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan Koma Meclisa BDP’ê li Meclîsê ziyaret kir.

‘104 ROJ DERBAZ BÛN HÊJ KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ TARÎ YE’

Pişti heyeta Roboskiyê hat meclîsê Kişanak bi kurdî xêr hatin da û ew silav kirin.

Kişanak, anî ziman ku 104 roj di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj der barê komkujiyê de tu tişt ronî nebûye û ev êşa duyemîn bi malbatan didin jiyandin. Kişanak, da zanîn ku êşek gelek kur hate hiştin û niha bi sergirtin û veşartina komkujiyê birînek din vedikin. Kişanak, destnîşan kir ku diyar e kê ferman daye bombekirin û wiha pêde çû: “Ger ku ji mere bêjin ‘Em nizanin kê ferman daye balafiran’ wê demê dê ev balafir rojekê bên meclîsê jî bombe bikin. Dixwazin em ji van derewan bawer bikin. Lê em pirsa qatîl li kune? Kê ferman dane? dipirsin. 104 rojin kujer û berpirsiyaran ji edaletê vedişêrin. Ger mijarek din bûya niha Serokwezîr ferman rakiribûya.” Ji ber vê yekê em dibêjin Serfermandar û Serokwezîr bi hevre biryar dan û bi hevre komkujî pêk anîn. Em dibêjin hûn çiqasî ser wê verêşir em dê heta dawî hesab bipirsin.”

Kişanak, bang li her kesî kir û xwest li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin û hesap bipirsin. Kurdî: ANF

Advertisements