Gallery

Parlemena Kurdistan Lêborîna Giştî Pesend Kir

Nûçexane – Li civîna îro ya Parlemana Kurdistanê ku bi awayê veşartî birêve çû, zagona lêborîna giştî li Herêma Kurdistanê pesend kir û sizayê darvekirinê jî bi girtina heta hetayê guherand.

Endamê Parlemana Kurdistanê ragihand: Îro 4-10, Parlemana Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe, civîneke asayî pêk anî.

Serokê Parlemana Kurdistanê, Dr. Erselan Bayiz, bernameya civînê ku ji projeyasaya lêborîna giştî li Herêma Kurdistanê bû, aşkera kir û piştî  gotûbêjeke dûr û dirêj, ji aliyê piraniya dengê endamên parlemanê hate pesend kirin.

Endamê Lijneya Yasayî ya Parlemana Kurdistanê ragihand: Li gor vê zagonê, derveyî wan kesên ku tawana kuştina namûsê, kuştin, bertêl, asayîşa dewletê, teror, madeya hişbir, qaçax û sextekariya diravan, %30 sizaya girtiyan tê kêmkirin.

Lê, divê li ser hemû cûreyên vê lêborînê, li ser vê pirsgirêkê aştî bê kirin.

Ew kesên ku sizaya darvekirinê liser hebe, eger li ser aştî kiribin, sizaya girtî, dibe hetahetayî. Pukmedia

Advertisements