Gallery

Sedir: Hikûmeta Iraqê nikare rê li ber Kurdan bigre

Nûçexane – Muqteda Sedir ragihand ku her Kurdekê maf û para xwe ya ji petrolê heye û Hikûmeta İraqê nikare rê li ber wan bigre.

Serokê Tevgera Sedir û yek ji kesayetên Şîeyan di bersiva yek ji alîgirên xwe ya derbarê aloziya şandina petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de got: “Her Kurdekê maf û para xwe ya ji petrolê heye.” Sedir bal kişand ser wê yekê ku mafê Hikûmeta İraqê nîne rê li ber Kurdan bigre.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir got: “Madem petrola İraqê ji bo İraqê ye, pêwîste beşa her ferdekê hebe.” Rûdaw

Advertisements