Gallery

Artêşa Sûrî Çiyayê Kurdan yê Laziqîyê da ber top û bombeyan

Nûçexane – Îro artêşa Sûriyê berê xwe da Kurdan û çiyayê wan yê Lazkiyê da ber bombeyan, li gor zanyariyên dawiyê jî gelek kes bûne qurbanî.


Li gor zanyariyê ku ji Çiyayê Kurdan belav dibin, ev çend roj in hêzên artêşa rêjîmê êrişî gundên Kurdan yên wir dikin, lê îro ji danê sibê de artêşa Sûriyê navçeya Çiyayê Kurdan yê ser bi parêzgeha Lazqiyê bombebaran dike, lê ta niha bayê zanîn çend kesan jiyan xwe ji dest daye.

Bi bombebarankirina navçeya çiyayê Kurdan ya li Lazqiyê, dibe cara yekemîn ku rêjîma Sûriyê raserast navçeyên Kurdan dide ber bombeyan û bi vê yekê jî Kurdan jî dike armanca xwe.

Tê zanîn ku navçeya Çiyayê Kurdan ya Lazqiyê bi dehan gund tê de hene ku daniştiyên wê hemû Kurdin û ji sedan salan de li wê derê dijîn. Kurdên Lazqiyê piraniya wan Sunî ne û tevî ku vê dawiyê zimanê xwe ji bîr kirin, ta niha jî xwe wek Kurd didin nsakirin.

Tiştê herî balkêş ew e ku televîzyon û ajansên Ereban gelek kêm behsa bombebarankirina vê navçeyê dikin û ti agahiyan nadin bîner û xwênerên xwe. Xendan.org

Advertisements