Gallery

Baydemîr: Kurd Statûyê Dixwazin

Nûçexane – Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, diyar kir ku kurd di perwerdehiyê de, di huner, zanyarî û hemû qadên jiyanê de dixwazin zimanê xwe bi kar bînin û statûya siyasî dixwazin.

baydemirsodepPartiya Sosyal û Demokrat (SODEP), li Stenbolê sempozyûmeke bi navê “Ji Bo Parvekirina Êşan û Dermankirina Birînan Gava Yekemîn” pêk anî. Sempozyûm li oteleke navdar çêbû. Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, Serokê SODEP’ê Huseyîn Ergun û Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî di sempozyûmê de axaftin kirin.

Şaredar Baydemîr, di axaftina xwe de diyar kir ku kurd dixwazin di perwerdehî, huner, zanyarî û hemû qadên jiyanê de zimanê kurdî bi serbestî bi kar bînin û kurd dixwazin li ser erdnîgariya xwe bi statûya xwe ya siyasî bijîn.

Baydemîr, got ew naxwazin ne gerîla û ne jî polîs û leşker jiyana xwe ji dest bidin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd xwest modelên çareseriyê yên li welatên din bên ceribandin. Baydemîr, destnîşan kir ku kurd dixwazin hemû mafên xwe yên neteweyî bi kar bînin û da zanîn ku ev daxwazên kurdan weke “cudaxwazî” tê binavkirin. AKnews

Advertisements