Gallery

MÎT: Me ‘Yeşîl’ bikar anî, lê ne zilamê me ye

Nûçexane – Îstixbarata Milî ya Tirkiyê (MÎT), ji Dozgerîya Xwedî Rayeyên Taybet ya Diyarbekirê ku li ser bûyerên qesasnediyar yên salên 90an lêkolîn dike re, bi bersiveke ‘pir veşarî’ li xwe mikur hatiye û gotiye; wan di dema girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan û Şemdîn Sakik de alîkarî ji Mahmud Yildirimê ‘Yeşîl’ qesasê kuştinên wê demê xwestiye.

Li gor nûçeya rojnameya Habertukê ku li Tirkiyê weşanê dike, dozgerîya xwedî rayeyên taybet li ser kuştina Musa Anter û hin bûyerên din ji MÎTê pirs kiriye bê Mahmud Yildirim bi wan re kar dike yan na û kasetên lêpirsîna wî xwestiye.

MÎTê jî li ser vê daxwazê ji dozgerîyê re bersiveke ‘Pir Veşarî’ şandiye û li ser karkirina bi Yeşîl re li xwe mikur hatiye. MÎT dibêje dema girtin û anîna Semdin Sakik Yeşîl hatiye bikaranîn û bi Barzanî re ketiye pêwendîyê. Dîsa li ser tîma taybet ya ji bo girtina Ocalan jî di salên 90an de hatiye bikaranîn û MÎTê ew şandiye Şamê.

Di nûçeyê de tê gotin, her ku MÎT li xwe mikur hatiye jî dibêje, Yeşîl niha ne zilamê me ye û hûn karin bêyî destûra Serokwezîr wî li dadgehê darizînin. Nûçexane

Di n

Advertisements