Gallery

Zarakolu: Girtina min jî berdana min jî surprîz bû

Nûçexane – Weşangar û nivîskar Ragip Zarakolu, piştî serbestberdana ji girtîgehê axivî û got, ‘hem girtina min hem jî serbestberdana min surprîz bû. Ezê xebatên xwe yên ji bo lêhaybûna kurdan berdewam bikim’. Zarakolu her wiha serbestberdana xwe û ne berdana hevalên xwe wek cihêwazî nirxand û got, ‘Piştî Çînê herî zêde girtîyên siyasî li Tirkiyê hene’.

Zarakolu û girtîyen din ên ji doza KCKê dema ji alîyên malbat û piştigirên xwe ve hatin pêşwazîkirin boçûna xwe ya li ser serbestberdanê jî anîn ziman. Weşanger Ragip Zarakolu, di axaftina xwe de bal kişand ser rojnamevan, xwendekar, parêzer û siyasetvanên girtî û got, ev yek pir dilê min diêşîne û wiha domand: “Akademîyên Siyasetê yên hemû partîyan hene.  Girtina me ya ji bo dersdana li Akademîya Siyasetê ya BDPê pir tewş e. Ev girtin nîşan didin ku, ji kurdan re vekirina partîyan qedexe ye. Ezê ji niha û pê de jî ji bo mafên kurdan û lêhaybûna civakê li kurdan xebatên xwe bidomînim.’ Nûçexane

Advertisements