Gallery

Nûçexane Bersiva Bulent Arinc Dide

Nûçexane – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc bersiva rexneyên ku li ser nebûna zimanê şaristanîyê ya zimanê kurdî li konferansekê got, ‘min ne xwestiye bejîm Kurdî ne zimanê şaristanîyê ye’.

Arinc dibêje; wek pirsekê min gotiye, ‘Gelo Zimanê Kurdî yê Şaristanîyê ye?’ û bersiva wê jî xweş hatîye dayîn ku Kurdî bi rastî jî zimanekî kevnar e û zimanê şaristanîyê ye.

Lê belê Bulent Arinc, dîsa dibêje ku wî bersiva pirsa xwe ya diduyan ne standiye. Ew jî, ‘Gelo kurdî ji dibistana seretayî heta akademî û zanîngehan kare bibe zimanê perwerdê?’ ye.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê li ser vê jî dibêje, ev yek ji hêla nivîskar û raya giştî ve ne hatiye bersivandin û niha kurdî ji xeynî perwerdegeheke li bajarê Silêmanîyê nikare bi bingeha xwe ya niha bibe zimanê perwerdehîyeke giştî.

Li gor Arinc, kurdî niha ji bo zanistên mîna; astronomî, fizîk, bîyolojî, matematîk ‘jimaryarî’ û herwekî din jî ne amade ye ku bibe zimanê perwerdehîyê û dibêje, heke rewşeke wiha gûncan derkeve holê ew bixwe berî her kesan piştgirîya vê yekê dike, daku kurdî bibe zimanê perwerdehîyê.

Lê belê Bulent Arinc, dema van gotinan rêz dike ji bîr dike ku, kurd êdî ne ew kurdên berê ne û heke bixwazin dest bi perwerdehîya zimanê kurdî bikin jî wê tu zimanê zanistên ‘xwedêgiravî perwerdeya wan zehmet be’ li ber zimanê kurdî xwe negirin.

Dîsa kesên karibin wê perwerdehîyê bidin jî destûra dewletê hebe, karin di demeke kurt de, beş bi beş dest bi mamostetî, xwendin û xwendekarîya kurdî bikin.

Wek hemû zimanan zimanê kurdî jî xwe nû dike û li gor pêdivîyên civakê û teknolojîyê dirûvekî modern distîne. Ew jî çawa ku zimanê Tirkî bi peyv û têgihên biyanî dagirtî be, kurdî jî helbet wê sûde û para xwe ji zimanên din yên cîhanê bistîne û distîne jî.

Ev jî wê zimanê kurdî ber bi hemdembûnê ve bibe û di perwerdehîya ku tê behskirin de, wê pirsgirêkan yek bi yek çareser bike.

Heke Bulent Arinc, behsa bingeha dewleta Tirkiyê dike jî, ew pirsgirêk ne ya kurdan e, ew pirsgirêka wan e ku heta niha xwe ji bo perwerdeya zimanê kurdî amade nekirine.

Lewma wekî encam em karin bêjin; dewlet bixwaze (Di serî de jî Birêz Bulent Arinc) û bawerîya xwe bi kurdên derveyê dewletê ku kurdî baş zanîn bîne, kurd karin wê alîkarîya ji niha ve bidin û dest bi xebatên perwerdehîyeke bi tevahî bikin.

Wek malpera nûçexane daxwaz bê kirin, em jî li gor hêz û zanîna xwe amade ne piştgirîya Bulent Arinc ji bo vê gava destpêkirina perwerdehîya giştî ya bi kurdî bikin. Her tişt li ser daxwaza deshilatîya wan e, lê divê bi vê daxwazê jî kurd xwe wek zarokê hewîyê nebînin û tirkek çawa ji perwerdehîya giştî sûde digire kurdek jî bi zimanê xwe yê kurdî wê sûdeyê bigire.

Nûçexane

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s