Gallery

Serokwezîr Erdogan: Min MÎT şand Îmralîyê û Hevdîtina Li Osloyê

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew cara yekemîn têkildarê ‘krîza MÎT’ê’ diaxive û got; “Yê ku şand Îmraliyê jî ez bû, yê ku şand Osloyê jî ez bûm. Rawêjkarê min soz nedaye aliyê hember, ne nivîksî ye.”

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo serdanek 4 rojî çû Çînê. Erdogan bersiv da pirsên ku di serdanê de pêre digerin û der barê hevdîtinên li Îmrali û Osloyê di navbera PKK û dewletê de pêk hatin de daxuyanî da.

Di nûçeyek a Hurriyetê de Erdogan wiha bersiva pirsa “We ji ber biryara îfadedayînê ya li hemberî Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan lêpirsîn da destnpêkirin, rast e gelo?” da;

“Di mijara MÎT’ê de mirov nikare bê deng bimîne. Çima? Ev di dema min de qewimî. Sira min e. Sira dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Sira dahatûya dewletê ye. Ev yek di asta ajanên ku di asta navneteweyî de dixebitin de ye. Gava operasyon bikin, bi navê dewletê têne peywirdarkirin. Ev yek li DYA, Rûsya, Çîn û hemû welatên Rojava heye. Yê ku şand Îmraliyê jî ez bû, yê ku şand Osloyê jî ez bûm. Çima, ji ber ku li holê pirsgirêkek heye. Divê em di mijara têkoşîna bi terorê re serkeftî bin. Ji ber wê jî divê em di vî warî de danûstandina agahiyan bikin. Yên ku di rojanmeyan de derketin hemû derew in, rawêjkarê min soz nedaye. Ne nivîskî ne. Hevdîtin û axaftin pêk hatine, lê soz nehatine dayîn. Yên ku vê yekê dibêjin, dibêjin belkî em berjewendiyeke siyasî bi dest bixin. Ez ji van hewldanên wan pir spasdar im. Beriya wê an jî piştî wê, vê yekê gelek tişt bi welatê min dan qezençkirin. Dema ku alîkarê rawêjkar bû û li serê TÎKA’yê jî bû baş bû. Ew brokratek baş hatiye mezinkirin e. Em ne makîneya hûrkirinê ne. Divê mirov vê yekê pîroz bike, hin dixwazin vê yekê bixwin. Di serî de partiya muxalefeta sereke (CHP)… Daraz jî ket cihek ku ne karê wê bû. Bila biborînin, dê li hemberî vê yekê me li dijî xwe bibînin. Daraz nikare xwe li ser zagondanînê re bibîne. Ev cara yekem ez di vê mijarê de diaxivim.” Kurdî: ANF

Advertisements