Gallery

FIFAyê nûçeya endambûna tîma Kurdistanê derew derxist

Nûçexane – Rêxistina Gokê ya Cîhanê (FÎFA) tekez kir ku Yekîtiya Gokê ya Kurdistanê ne endama wê ye. Serokê Yekîtiya Gokê ya Kurdistanê jî diyar kir ku “ne em endama FÎFA ne, ne jî me doza vê yekê kiriye”.

Beşê kurmancî yê malpera Aknews di nûçeyeke xwe de nivîsandiye ku sekreterê Yekîtiya Gokê ya Kurdistanê, Selam Husên, gotiye ku FÎFA taximê gokê yê Kurdistanê “bi fermî qebûl kiriye”. Lê Selam Hisên ji Rûdawê re eşkere kir ku ev yek ne rast e. Wî got: “Min got ku taximê Kurdistanê dê beşdarî dewreyeke gokê li Filestînê bibe û ku ev dewre li jêr sîwana FÎFAyê tê kirin. Min negotiye ku em ji aliyê FÎFAyê ve hatine pejirandin.”

Selam Hisên got ku taximê gokê yê Herêma Kurdistanê dê ji 13 ta 22ê gulanê li Filestînê beşdarî pêşbirkeke gokê bibe. Ji bilî hilbijarteya Kurdistanê dê herweha taximên Filestîn, Tûnis, Urdun, Pakistan, Îndûnîziya, Mûrîtaniya beşdarî vê pêşbirkê bube.

Peyvdarê FÎFAyê, ku navenda wê li bajarê Zürich ê swêsrî ye, ji Rûdawê re tekez kir ku Kurdistan ne andama FÎFAyê ye. Wî got: “Em Kurdistanê nas nakin. Tenê Iraq endama me ye.”

Serokê Yekîtiya Gokê ya Kurdistanê, Sefîn Ehmed, ji Rûdawê re diyar kir ku Kurdistanê doza endametiya di FÎFAyê de nekiriye. Wî got: “Ev nûçe ne rast e. Em ne endama FÎFAyê ne.”

Nûçeya şaş a Aknewsê bûbû sedema dengvedaneke mezin di çapemeniya tirkî de. Rûdaw.net

Advertisements