Gallery

Li Ozbekistanê jinan bi zorê dixesînin

Nûçexane – Li Ozbekistanê jin, piştî zayînê bi zorê tên xesandin. Saziyeke sivîl a civakî, 80 hezar bûyerên xesandina jinan tespît kiriye. Li gor sazîyê armanc kontrolkirina serjimarîyê ye.

Li gor nûçeya peyamnêra BBCyê Natalia Antelava, ev du sal in ku li ser jinên Ozbekistanê bernama xesandinê tê meşandin. Dema jin ji bo zayînê diçin nexweşxanê, piştî zayînê, bê xwesteka wan tên xesandin.

Li Ozbekistanê, bi çavekî neyênî ji rojnamevanên biyanî tê mêzekirin. Natalia Antelava jî ji aliyê rayedaran ve hatiye dersînorkirin. Antelava, bi jinên Ozbekistanî re li welatê cîran Kazakistanê hevdîtin pêk anîne û bi rêya e-mail û quryeyan belgeyên fermî yên derbarê xesandina jinan de bidest xistiye.

Karbidestekî Ozbekistanî jî diyar kiriye ku, armanca xesandina jinan, pêşîlêgirtina zêdebûna nûfusê ye û niha serjimara Ozbekistanê derdora 28 mîlyon kesan e.

Natalia Antelava, bi gelek jinan re hevdîtin pêk aniye û di rapora xwe de qala bûyerên sosret yên pir jinan dike. Kurmancî – Arif Adar / Nûçexane


Advertisements