Gallery

Parlemena Kurdistan: Be’esîyan Xwest Bi Enfalê Kurdan Tune Bikin

Nûçexane – Serokatiya Parlemana Kurdistanê bi minasebeta bîranîna 24emîn salvegera jenosîda Enfalê beyannameyek ragihand. Parlemana Kurdistanê di beyannameya xwe de diyar kiriye ku roja 14/4, roja tawana herî mezin li dijî mirovatiyê ku bi ser gelê Kurd de hatiye bi nav kir ku rejîma Ba`s bi awayekî hovane xwest gelê Kurd tune bike.

Di beyannamê de hatiye ku, Rejîma Ba`s bi Enfalkirina Barzaniyan û Enfalkirina navçeya Germiyanê û Behdînan û Feyliyan û kîmyabarana Helebçe û Behdînan, Şêx Wesanan, Balîsan, Sêwsînan, Darman. Her weha wêrankirina zêdetir ji 4500 gundên Kurdistanê dixwest ku gelê Kurd ji nav bibe, ev yek li pêş çavê hemû welatên cîhanê rû da û hemû cîhana Îslamî û Erebî û navnetewî ji bo perjewendiyên xwe, xwe kerr kirin û çavên xwe daxistin.

Perlemana Kurdistanê hevxemiya xwe digel kesûkarên enfalkiriyan dupat kir û her weha teqez kir ku ji her kesekî Kurd tê xwestin bi taybet perleman û hikûmet û dostên gelê Kurd ku pêwîste berdewam hewil bidin bo sizakirina tawanên vê karesatê û bi cîhanê jenosîdkirina gelê Kurd bidin naskirin, ji bo carek din dîroka mirovatiyê dîktatorekî tê de ji dayîk nebê û çi welat û gelekî din neyê enfalkirin û qirkirin. Jêder: Pukmedia

Advertisements