Gallery

Wezareta Şehîdan Bernameya Rojên Bîranîna Enfalê Ragihand

Nûçexane – Wezareta Enfal û Şehîdan ya Hikumeta Herêma Kurdistan, ji bo bernameya rojên rêwresmên bîranîna mexdûr û şehîdên enfalê ji raya giştî ya Kurdistan û Cîhanê re ragihîne peyamek belav kir.

Peyama Wezareta Şehîdan ligel bernameya rojên bîranînê li jêr e

Welatiyên birêz…

Weke ku agahdarin, bîranîna karesata Enfalê nêzîk bûye û li çendîn cihan tê bîranîn, hatina we nîşaneya  wefadarî bi şehîd û malbata wan e.

Her weke hûn jî dizanin, di karesata Enfalê de, 182 hezar welatiyên kurd canê xwe ji dest dan, hinek ji wan di gorên komî de hatin peydakirin û ewên din jî hê peyda nebûne û tê hêvî kirin ku ew jî bên peydakirin.

Lewra jî cihê şanazî û serbilindiye ku em bi awayeke bi heybet, wan bi bîr bînin.

Lewra jî

*Hewldan ji bo xizmetkirina zêde ya malbatê şehîdan ji aliyê madî û menewî.

*Kêmkirina xem û rondikê malbatên şehîdan û alîkarî dayîn ji bo arambûna wan ji aliyê derûnî.

*Hewldan ji bo yekrêzî û yekxistina gel.

*Xebat ji bo bidestxistina armancên din yên gelê me ku armanca şehîdên me jî bûn.

*Ji bo ku bîranîna şehîdan bi bandor û bihêz derbaz be, Wezareta me dixwaze, cih û organê taybet jê re deyne.

*Em weke Wezareta Şehîd û Enfalkiryan, ji hemû rêxistin û ragihandinên dilsoz daxwaz dikin ku ji bo gîhandin û belavkirin û dewlemendkirina vê peyamê hîn zêdetir hişyar bin û ji aliyê peywendîdar re bibin alîkar.

Cihê bîranînan..

4/14 li Monomêta Enfal(Çemçemal), dem: 10`ê sibê

4/15 li Goristana Rizgarî (Kelar), dem: 10 sibê

4/16 bîranîna kîmyabaranê li Balîsan, dem: 3:30 piştî nîvro

4/19 Topizava(Kerkûk), dem: 10`ê sibê.

Advertisements