Gallery

Prof. Steinbach: Plana Annan bi ser nekeve Tirkiye herêma tanpon ava dike

Nûçexane – Pisporê Rojhilata Navîn ku li Ewropayê navdare Prof. Dr. Udo Steînbach, got ku ger plana Annan sernekeve wê demê Tirkiye li ser sînorê Suriyeyê dê herama tanpon ava bike. Prof. Steînbach ku ji ANF’ê re axivî diyar kir ku pêvajoyek gelek krîtîk li benda kurdane û wiha axivî: “Hem şansekî mezin, hem jî xetereyên mezin li benda kurdane.”

Prof. Dr. Udo Steinbach ku demek dirêj Serokatiya Enstutiya Rojhlita ya Elmanyayê kiriye, difikire ku plana Annan kêrî tiştekî nayê. Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Steînbach got ku Esad bi muxalîfan re muzakereyan nake û bendê ye ku li Suriyeyê rojên şer dijwartir bibe. Steînbach destnîşan kir ku wekî Iraqê ew bawer nake koalîsyonek navnetewî êrîşê Suriyeyê bike û wiha domand: “Piştî agirbest bi dawî bibe wê demê Tirkiye wê însiyatîfê bigre dest û li ser sînor heremekî tanpon ava bike. Ez di wê baweriyê de me ku hêzên rojavayî jî wê piştgirî bidin Tirkiyeyê.”

Prof. Steînbach nêrînên xwe yên der barê eniya kurdan de jî bi gotinên, “Li gorî min divê hemû partiyên kurdan bibin yek. Ez bawer nakim wekî Iraqê kurdên Suriyeyê otonomiyekî bi dest bixin. Ev niha îhtîmalekî dûr e. Muxalîfan hêj tu soz nedane kurdan. Çi bibe jî wê Suriye disa bibe dewletekî navenda wê Şam. Ger kurd tifaqa xwe pêşve bibin dê destkeftiyên mezi bidestbixin.”

Steînbach ku der barê Tirkiyeyê de jî hin nirxandin kir, got ku AKP heta pirsgirêka kurda ya li Tirkiyeyê çareser neke ji bo heremê nikare bibe

STEÎNBACH KÎ YE?

Prof. Steînbach di salên 1971-1975 Beşa Rojhilata Navîn ya Weqfa Zanîstî û Siyasetê kir. Ji sala 1976’an heta 2006’an jî serokatiya Enstîtuya Rojhilat ya Elmanyayê kir. Steînbach niha li Zanîngeha Hamburgê hîndekariyê dike. ANF KURDÎ

Advertisements